Ji Schûlz ji bo Erdogan nameyek hişyariyê

Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martîn Schûlz, li dijî gef û êrîşên dîktatorê Tirkiye Erdogan ên li hember hilbijartiyên Tirkiye û Elmanyayê nameyek hişyariyê nivîsand.

Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martîn Schûlz, li dijî gef û êrîşên dîktatorê Tirkiye Erdogan ên li hember hilbijartiyên Tirkiye û Elmanyayê nameyek hişyariyê nivîsand.

Li gor nûçeya Spîegel Onlîne, Serokê PE Schûlz di nameya xwe ya ji bo Tayyîp Erdogan de êrîşên li dijî wekîlên li Tirkiyeyê şermezar kir, ji ber gefên li dijî hilbijartiyên li Elmanyayê jî hişyarî da.

Schûlz bal kişand ser girîngiya nêrîn û helwestên siyasî, got ji ber vê jî li Tirkiyeyê wê wek ‘alîgirên terorîstan’ neyên nîşandan.

Schûlz li ser gef û heqaretên li hember wekîlên bi eslê xwe Tirkiyeyî yên piştî dengdayina pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a li Meclîsa Federal a Elmanyayê rawestiya, got nûçeyên di vê mijarê de ‘bi fikar dişopînin.’ Martîn Schûlz bi bîr xist ku ji PE ya ku ji gelek netew û olî hilbijartî hene re serokatiyê dike, got: “Siyaseta azad a wekîlan, yek ji stûnên bingehîn a demokrasiya Ewropa ye.”

Schûlz her wiha têkîldarî piştî rakirina destlênedanan xeteriyên li ser parlamenterên li Tirkiyeyê jî axivî, got: “Bi wekîlên Elmanya yên ji aliyê we rastî êrîşê hatine, bi endamên meclîsa Tirkiyeyê yên wê ji tedbîrên we bandor bibin re ez bi salan xebitîme.” Schûlz destnîşan kir ku li dijî gefên li ser wan, bi parastina wan ve xwe berpirs dibîne.

Piştî dengdayina 2’yê Hezîranê ya li Meclîsa Federal a Elmanyayê, Erdogan û alîgirên wî tehdît û heqaret li wekîlên bi eslê xwe Tirkiyeyî kiribûn. Giliyê wekîlan hatin kirin, hate hînbûn ku yekîneyên ewlehiya Elman jî ji bo pêşîgirtina êrîşan ewlehî zêde kirine.