Ji saziyên Kurd, Tirkiyeyî û Fransî ji bo çalakiya Strasboûrgê bang

Sazî û patiyên Tirkiyeyî û Fransî li Strasboûrgê ji bo çalakiyên li dijî êrîşa li ser Efrînê ku li Strasboûrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê û piştgiriyê kirin.

Di daxuyaniya de ku Partiya Ekolojî ya Keskan a Ewropa jî di nav de ji aliyê sazî û dezgehên çep ên Tirkiyeyî ve hate îmzekirin, hate diyarkirin ku divê ji bo şer bêjin na û li gel gelê Kurd li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê berxwedanê bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi zextên li ser parlementer, rojnamevan, rêveberên xwecihî û sazî û dezgehên civaka sivîl bi êrîşkirina ser Efrînê re Kurdên derveyî welat dike hedef.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi van êrîşan re hewl tê dayîn ku destekftiyên ser erd û binerd ên bên talankirin. Di van êrîşan de welatiyên sivîl tên hedefkirin û tên qetilkirin. Ev tê wateya xespkirina mafê bingehîn ê mirovan û heman demê tê wateya binpêkirina destûrên navneteweyî jî. Heman demê sûckî yê mirovahiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de ji bo çalakiya sibe li Strasboûrgê bê lidarxistin jî banga tevlîbûna xurt hate kirin û ev tişt hate gotin: “ Em rêxistin û saziyên siyasî, ekolojîst, femînîst, demokrat û parêzvanên mafê mirvan ji bo şermezarkirina van êrîşan û parastina aştiyê bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî çalakiya sibe ku wê li Qada Gar a Strasboûrgê saet 14:00’am bê lidarxistin dikin.”

Navê sazî, dezgeh û partiyên ku banga çalakiyê kirîn wiha ne:

Partiya Ekolojî û Keskan a Ewropa (EELV), Tevgera Têkoşîna li Dijî Nîjatperestiyê (MRAP), Federasyoan Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), Federasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK), Federasyona Komeleyên Dersim a Ewropa-Şaxa Strasboûr-Kehl, Meclîsên Dersim a Ewropa, Komeleyên Jinên Kurd a Zîn û DIDF.