Ji saziyên Elewiyan ên li Ewropa ji bo HDP’ê destek

Saziyên Elewiyan ên li Ewropayê biryar dan ku di hilbijartinên giştî yên ku wê 7’ê Hezîranê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bên de destekê bidin HDP’ê.

Saziyên Elewiyan ên li Ewropayê biryar dan ku di hilbijartinên giştî yên ku wê 7’ê Hezîranê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bên de destekê bidin HDP’ê. Serokê Giştî yê AABK’ê di civîneke li bajarê Elmanya Frankfurtê hate lidarxistin de axivî û got: “Ev ne îtîfaqek e hilbijartinê ye, ev yekîtiya çalakiyê ye. Em ji bo pirsgirêkên Elewiyan bi Elewiyan re hevkariyeke stratejîk dikin.”

Komeleyên endamên Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) li Navenda Çanda Elewiyan a li Frankfurtê li hev kom bûn û biryar dan ku di hilbijartinan de destekê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

268 NÛNER TEVLÎ BÛN

Tevî Serokê Federasyona Yekitiyên Elewiyan ên Swîsreyê Duran Mor, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Fransa Erdal Kiliçkaya, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyên Îngilîstanê Îsrafîl Erbîl, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Huseyin Mat, Seroka Yekîtiya Jinên Elewî Nevîn Kamîloglu, Serokê Giştî yê AABK Turgut Oker û Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Awûstûryayê Mehmet Alî Çankaya û endamên AABKê bi giştî 268 nûner tevlî civînê bûn.

Serokê Giştî AABK’ê Turgut Oker da zanîn ku ger AKP di hilbijartinê de 400 parlamenteran bi dest bixe, wê bûyer û komkujiyên mîna Komkujya Mereşê rû bidin.

Oker got: “Ev ne îtîfaqek e hilbijartinê ye, ev yekîtiya çalakiyê ye. Em ji bo pirsgirêkên Elewiyan bi Elewiyan re hevkariyeke stratejîk dikin.”

MAT: DIVÊ NÛNERTIYA NASNAMEYA ELEWIYAN LI MECLÎSÊ HEBE

Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Huseyin Mat diyar kir divê nûnertiya nasnameya Elewiyan di meclîsê de hebe û bal kişand ser girîngiya vê yekê. Mat got: “Encam çawa be jî wê têkoşîna me berdewam bike. Ger AKP 400 parlementeran bi dest bixe jî wê têkoşîna me dijwartir bibe.”