Ji Sariyildiz bo girtiyê nexweş pêşnûme

Ji Sariyildiz bo girtiyê nexweş pêşnûme

Parlamenterê girtî yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo girtiyên nexweşê sîrozê Giyaseddît Sevmîş yê di odeya wî de dimîne, pêşnûmeyek da û got terkî mirinê hatiye kirin. Sariyildiz pêşnûme da wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu.

Sariyildiz diyar kir ku Giyaseddîn Sevmîş di 2007’an de hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Sariyildiz got di 2008’an de teşîsa nexweşiya Sîrozê li Sevmîş hatiye kirin û got: “Şert û mercên girtîgehê nexweşî zêdetir kiriye û ligel vê nexweşiyên kezebareş, gurçik û mêjî jî derketiye holê. Ligel ku di sala 2008’an de nexweşiya wî hatiye tespîtkirin jî li nexweşxaneyan bi hinceta ku amûr tune nehatiye tedawîkirin. Di sala 2011’an de jî bi rewşa wî ya nexweş birine Wanê û ji wir jî birine Gumuşxanê. Piştre dîsa şandine Wanê.

Sariyildiz destnîşan kir ku rewşa Sevmîş her çûye giran bûye û di 2013’an de sewqî nexweşxaney Zanîngeha Dîcleyê hatiye kirin û got: “Di encama tahlîlên doktoran kiriye de, nexweşiyên cuda jî hatine tespîtkirin. Lê li nexweşxaneyê ji ber hinceta ku amûr tune tu tedawî nehatiye destpêkirin û gotine sê meh şûnde dê amûr bên. Yanî Giyaseddîn Sevmîş terkî mirinê hatiye kirin û dîsa şandine girtîgeha Tîpa F ya Wanê.

Sariyildiz bi armanca ku bibersivîne ji Ergîn ev pirs kirin; “Gelo wezareta we ji rewşa Sevmîş agahdare? Gelo agahdar be, çi dizane? Ji bo tedawiyê çima heta niha tiştek nehatiye kirin?gelo Sevmîş di lîsteya nexweşan de cih digire? Şert û mercên tedawiya vê nexweşiyê di girtîgehê de heye an na?tedawiya sîrozê çawa divê bê pêkanîn? Sevmî li gorî qanûna hejmar 5275’an çima nayê tahliyekirin. Hejmar girtiyên di navbera 2002-2013’an de jiyan xwe ji dest dane çendin? Ji sala 2013’an heta niha çend nexweş hene, rewşa çendan girane?

Sariyildiz bi heman armancê ji Muezzîngolu jî ev pirs kirin;Der barê nexweşên girtî û tedawiyan de xebateke we ya bi wezareta dadê re heye an na?şert û mercên tibî yên tedawiyê çine?”