Ji Şaredariya Kolnê ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî
Ji Şaredariya Kolnê ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî
Ji Şaredariya Kolnê ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî
Ji bo Kobanê û Şengalê li Kolnê bi dirûşma, “Kolner Hîlfen” kampanyayeke alîkariyê hat destpêkirin. Şaredarê Kolnê Jurgen Roters got ku 10 hezar euro alîkarî dane kampanyayê.
Ji bo deh hezaran penaberên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ji Şengal û Kobanê cih û warên xwe bûne, li bajarê Elmanya Kolnê kampanyayeke alîkariyê hat destpêkirin. Komeleya Mafê Mirovan a Elmanya Tirkiye (TUDAY) ku li bajarê Kolnê yê Elmanya xebatan dimeşîne û komeleyên wek Mezopotamya Kinder Hilfen e.V (Kime) kampanyayek bi navê “Kolner Hîlfen“ (Kolnî alîkariyê dikin) hat destpêkirin. Kampanya bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Encamên kampanyayê ji bo radestî penaberan bê kirin wê ji Şaredariya Amedê re bên şandin.
Di civîna çapemeniyê de ku duh li Koln DomForum hat lidarxistin Şaredarê Kolnê Jurgen Roters, li ser navê TUDAY Îlkay Yilmaz, li ser navê Kime e.V Vedat Aktar û li ser navê Dialog Kreîses jî Memo Şahîn beşdar bû.
'KAMPANYAYÊN WIHA BI WATE NE'
Di civîna ku çapemeniya Kolnê eleqeyeke zêde nîşan da, moderatorê civînê rojnamevan Albrecht Kîeser bû. Şaredarê Kolnê Jurgen Roters, diyar kir kampanyayên wiha ku li bajarê wan tên lidarxistin bi wate ne û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Roters, anî ziman ku divê kampanyayên wiha bên berfirehkirin û wek Şaredariya Kolnê, 10 hezar euro alîkariyê dane kampanyayê.
Li ser navê TUDAY e. V Îlkay Yilmaz jî mirovên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirine bi bîr xist û got, “Li gelek herêman di kampên ku hatine çêkirin, bi deh hezaran mirov di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Ji bo alîkariya ji van mirovan re me kampanyayek wiha da destpêkirin.” Yilmaz, lîsteya pêdiviyan a ji aliyê Şaredariya Amedê ve hatiye amadekirin xwend û xwest alîkariya pereyan û amûran bê kirin. Li ser navê Kime e.V jî Vedat Aktar got ku di van kampan de gelek zarok hene û divê alîkarî ji van re bên kirin. Li ser navê Dialog Kreises jî Memo Şahîn diyar kir ku berî niha bi demeke kurt ji herêmê hatiye û got, “Pêşiya me zivistan e. Gelek pêwîstî hene. Dewleta Tirk bi qasî tê xwestin alîkariyê nake. Derfetên şaredarî û saziyên civaka sivîl kêm in. Alîkariyên bi vî awayî bi wate ne.”
Hûn dikarin bi rêya ; www.kölner-helfen.de xwe bigihînin kampanyayê.