Ji sala 1979’an û vir ve manşetên Serxwebûnê yên Newroza dîrokî

Newroz, ji salên 1979’an û vir ve ji nû ve zindî bûye, li ser rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin, bûye manşeta rojnameyan û mijarên ekranên TV’yan. Rojnameya Serxwebûn di hemû manşetên xwe yên meha Adarê de, Newroz cih girtiye.

NEWROZ SERXWEBÛN

Yekemîn weşana PKK'ê ya bi navê Serxwebûn di sala 1979'an de dest bi weşanê kir û heta roja me ya îro berdewam kir. Damezrînerên pêşî yên Serxwebûnê, yek ji damezrînerên PKK’ê Mazlûm Dogan, endamê komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan û Kesire Yildirim bû ku piştre ji PKK'ê veqetiya. Serxwebûn bênavber berdewam kir, armanc kir ku tevî hemû êrîş û sansura giran a li dijî çapemeniyê bigihêje hemû qadan. Kevneşopiya çapemeniya azad a bi Serxwebûnê re destpê kir, îro li gelek qadan bi navên cuda belav bûye û mezin bûye. Rojnamevanên mîna Gûrbetellî Ersoz, Seyît Evran, Azîz Koyluoglû, Gulîstan Tara û Nazim Daştan mîrateya Serxwebûnê dewr girtin û di rêya heqîqetê de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Rojnameya Serxwebûn ku di hejmarên xwe yên Adarê de her tim wateya dîrokî ya Newrozê vedihewîne, ji bo gelê Kurd bike 'Gelê Newrozê' roleke mezin lîstiye. Serxwebûn weke organa ajîtasyon û propagandayê ya PKK’ê, tevî zext, sansûr û qetlîaman kevneşopiya çapemeniya azad berdewam kir û li dijî dagirkerî û mêtingeriya Tirk bû dengê heqîqetê.

Weke ANF’ê me hewl da manşetên Newrozê yên rojnameya Serxwebûn ku ji sala 1979'an û vir ve tê weşandin, bînin cem hev. Ev manşetan girîngiya dîrokî ya Newrozê û zehmetiyên zindîbûna Newrozê yê li Kurdistanê radixe ber çavan.

Ji sala 1979'an heta 2014'an di rojnameya Serxwebûn de manşetên Newrozê...