Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci destnîşan kir ku ji Roboskî heta Zergelê pêwîste tavilê dawî li bêceza hiştina gelek komkujiyan were anîn û bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir, ku helwestê nîşan bidin. Fîncanci ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku cezanekirina berpirsyarên komkujiya Roboskî rê li ber komkujiyên nû vekiriye.
Dema komkujiyek bi yeka din tê nixumandin, li Tirkiyeyê qetilkirina sivîlan ji ber bêceza hiştinê dewam dike. Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci da xuyakirin ku divê tavilê ev rêveçûn bê sekinandin û got, "Em êdî neçar in pêşî li bêceza hiştinê bigirin."
Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci anî ziman ku bombekirina sivîlên bêguneh tiştekî bê qebûlkirin nîne û ragihand ku pêwîste ev komkujî di çarçoveya sûcên şer û li dijî mirovahiyê bê nirxandin. Fîncanci bibîr xist ku înkarkirina komkujiyê ji aliyê hikûmeta demkî û Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê, tiştekî mirovan matmayî bihêle nîne, êrîşên beriya niha yên bi heman rengî jî bi heman mejî înkar kirine û destnîşan kir ku berdêla qetilkirina sivîlên bêguneh gelekî giran e.
'BÊCEZA HIŞTIN PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN VEDIKE'
Fîncanci da xuyakirin ku Tirkiye di pêvajoyeke giran re derbas dibe û bibîr xist ku ew di nava sîstemeke cenazeyên YPG/YPJ'yiyan di germa 50 pileyî de sekinandiye û li gundê Zergelê yê Qendîlê sivîl qetil kiriye, dijîn. Fîncanci destnîşan kir ku divê rêveberiya welatekî timî li dijî mirovan sûc dike bêceza nemîne û got, "Pêwîste em êdî dawî li bêceza hiştinê bînin." Fîncanci bibîr xist ku her çend di ser komkujiya Roboskî re 3.5 sal derbas bûne jî berpirsyar hînê bi ti awayî nehatine cezakirin û destnîşan kir ku ji ber ev sûc cidî nehat dîtin, pêşî li sûcên bi heman rengî vebû.
'CIVAK JÎ BERPIRSYAR E'
Fîncanci anî ziman ku civak jî ji vê komkujiyê berpirsyar e, beşeke biçûk ne di nav de gel mîna ku tişte neqewimiye tevgeriya ye û got, "Çend roj piştî komkujiya Roboskî di sersalê de li vî welatî fîşekên hewayî hatin teqandin. Ji bo 34 ciwanan ku piraniya wan zarok bûn, tevî girtina şînê me nêzîkatiyeke însanî û wijdanî nîşan nedan. Bi heman rengî me ji bo 32 ciwanên xwe yê li Pirsûsê hatin qetilkirin, heman nerazîbûn nîşan nedan. Li Tirkiyeê mirov mîna ku tiştek nebûye jiyana xwe dewam dikin. Dema dewlet bi gotina 'li metro dibe ku bombe biteqe' civakê terorîze dike, tê gotin 'ez li metrobus an jî metroyê siwar nabim'. Baş e, gelo ewqas ciwanên hatin kuştin çi bûn? Gelo ji ber ku wê rewşê yekser bandor lê nekir, ne girîng e?" Fîncanci destnîşan kir ku ji bilî mirovên êşê dikişîne deng nayê bihîstin û diyar kir ku girîng e hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi lezgînî dawî li vê rêveçûnê bigirin.
'PÊWÎSTE SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'
Fîncanci bibîr xist ku li qada navneteweyî jî nerazîbûna dihat payîn nehat nîşandan û destnîşan kir ku divê Neteweyên Yekbûyî teqez der barê komkujiya li Zergelê de helwestê nîşan bide. Fîncanci anî ziman ku divê Yekîtiya Ewropa jî helwestê nîşan bide û got, "Li holê sûcekî şer heye. Êrîşek li hemberî qadên jiyana sivîlan heye. Lewma divê saziyên navneteweyî li dij derkevin. Lê belê ne bawerim ku di vê mijarê de wê bi durustî tevbigerin."