'Ji Roboskî heta Kobanê kujer heman kujer in'
'Ji Roboskî heta Kobanê kujer heman kujer in'
'Ji Roboskî heta Kobanê kujer heman kujer in'
Aktîvîsên aştiyê yên li Roboskî dijîn, ji gundê Mehser ê lê nobeda Kobanê tê girtin bang li her kesî kirin, ku mafê xwe yê reda wijdanî bikar bînin.
Aktîvîstên Aştiyê Meral Geylanî û Yannîs V Yayalali yên 2 sal in li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê dijîn, li gundê Mehserê çalakiya nobeda Kobanê dewam dikin. Aktîvîstan bi nobedarên berxwedanê re daxuyaniyek dan çapemeniyê û banga reda wijdanî kirin.
'HEMAN FERASET E'
Di dema dayîna daxuyaniyê de aktîvîstan û çalakgerên nobedê pankarta bi nivîsa "Di salvegera 3. a komkujiya Roboskî de banga red a wijdanî, neçe leşkeriyê xwîna birayê xwe nerijîne" vekirin û daxuyanî ji aliyê Yannis V Yaylali ve hat dayîn. Yaylali da xuyakirin ku nêzî 2 meh in ew li cem gelê Kobanê li ser sînor in û got, "Kujerên Roboskî kî be, bi dîtina me kujerên Kobanê jî xwedî heman mejî ne û heman derdor in."
BANGA RED A WIJDANÎ
Yaylali da zanîn ku komkujiya Roboskî komkujiyeke dewlet lê li ser sûc hatiye zevtkirin e û got, "Ji bo kujer li dadgeha sûcên şer a navneteweyî bên darizandin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Dost dijmin her kes dizane ku kujerên komkujiya Roboskî kî ne. Em bang li her kesî dikin ku weke bersiva herî baş, mafê xwe yê reda wijdanî bikar bînin û ji bo dawî li vî şerê qirêj bînin, ji aliyê wijdanî ve leşkeriyê red bikin."