Aktîvîsta TJA'yê Pinar Kandal, meha Kanûnê weke meha qetilkirin û komkujiyan bi nav kir û diyar kir ku mafê jiyane mafekî pîroz û gerdûnî ye û ev tişt got: "Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin."
Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi minasebeta hefteya mafên mirovan der barê kuştina zarokan de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyek dane çapemeniyê. Eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Duh Roboskî îro Til Rifat komkujiyên zarokan bila bi dawî bibin" hat daleqandin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê û Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn.
'BILA ÊDÎ ZAROK NEMIRIN'
Di daxuyaniyê de destpêkê Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever axivî û diyar kir ku di demên dawîn de Tirkiyeyê gelek sûcên şer pêk aniye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sivîl kuştine. Yûrtsever xwest ku Tirkiyeyê dev ji polîtîkayên şer berde û got ku aştî bi ser dixe û şer dide windakirin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî da zanîn ku şerê ku ji aliyê mezinan ve tê destpêkirin tim jin û zarok jê xesar dibînin. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Cemîle Çîftçî jî banga bi dawîkirina şer kir û ev tişt got: "Bila êdî zarokên me nemirin. Divê ev şer êdî raweste. Em ê neletê li vî şerî dikin. Ev Cîhan a herkesî ye. Em aştiyê dixwazin. Çawa ku em naxwazin ku zarokên tu kesî bên kuştin, em naxwazin ku zarokên me jî bên kuştin.
'NE ÇEK WIJDAN ZAROKAN DIKUJIN'
Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Pinar Kandal ve hat xwendin. Kandal, diyar kir ku meha kanûnê weke meha qetilkirin û komkujiyan di bîra mirovan de maye û wiha got: "Destpêka meha Kanûnê ya îsal de jî li Til Rifatê 8 jê zarok bi giştî 10 kes hatin qetilkirin. Em di serî de zarokên ku li Roboskî bi bombeyan hatin kuştin, zarokên ku 10 salên di şerê Sûriyeyê de tên kuştin, zarokên ku bi malbatên xwe re li behr, çeman fetisî ne, zarokên Kurd ku li Helepçeyê Saddam wan qetil kir, zarokên ku DAIŞ'ê wan li Şengalê qetil kir, zarokên ûygûr ku li Arakanê Çîn wan qetil kiriye, zarokên ku Boko Haramê wan li Nîjeryayê qetil kiriye, zarokên ku li Yemenê tên qetilkirin bi xemgînî bi bîr tînin. Em jin û dayik û neletê li vê cîhana ku li şûna çekan wijdan zarokan dikujin dikin. Em daxwaz dikin ku hesabê van miriyên komkujiyên sivîl û zarokan bi pirsîn û cezakirin."
BANGA XWEDÎDERKETINA LI ZAROKAN KIR
Kandal, anî ziman ku mafê jiyane mafekî pîroz û gerdûnî ye û wiha pêde çû: "Em Cînaheke ku zarok têde tên tacîzkirin û qetilkirin, bi bombeyên balafiran tên qetilkirin, di qedexeyên derketina derve de tên kuştin, di paqişkirina mayînan parçe dibin, cenazeyê wan di kîsên cenazeyên tên rêzkirin naxwazin. Em daxwaz dikin ku şer bi dawî bibin û zarok di şeran de neyên kuştin tiştên pêwîst bê kirin. Ji bo ku zarok nemirin û neyên kuştinpeywir dikevin ser milên me jî. Em bi bîr dixin ku em ê 8 zarokên ku li Til Rifatê hatin qetilkirin ji bîr nekin û li kura Cîhanê dibe bila bibe kuştina zarokan şermezar dikin. Em bang li tevî jinan, dayik, civak, raya giştî û civaka navneteweyî dikin ku zarokan bidin jiyandin û xwedî li wan derkevin."