Di danezana kampanyaya îmzeyan a RRS’ê ku navenda wê li Parîsê ye, hate destnîşankirin ku tenê piştgiriya bi Ozgur Gundemê re jî wek sûc tê dîtin.
Di danezana bangê de hat diyarkirin ku Erol Onderoglû ji sala 1996’an ve nûnerê RRS’ê yê li Tirkiyeyê ye, hat bibîrxistin ku ji ber 3 nûçeyên 18’ê Gulana 2016’an ên di Ozgur Gundemê de dest bi taqîbata (pirsiyarî) wî hatiye kirin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku Onderoglû, 20 sal in hewl dide rojnamegerên rastî zextan tên biparêze. Di danezanê de ev girtinan wek zext û tepisandina tevahî komên pîşeyî hate nirxandin.
Herî dawî ev hatin gotin: “Em bang li otorîteyên Tirk dikin ku demildest û bêşert hempîşeyên me Erol Onderoglû, Ahmet Nesîn û Şebnem Korûr Fîncaci serbest berdin. Her wiha pêwîst e tevahî taqîbatên li ser 34 kesên din ên ku tevlî kampanyaya piştgiriya bi Ozgur Gundemê re bûne jî demildest bên bidawîkirin. “
Lînka kampanyaya îmzeyan a RRS’ê wiha ye:
https://rsf.org/fr/freeerol-liberez-erol-onderoglu-representant-de-rsf-en-turquie