pÇalakvanên ku girtina 6 parêzvanên mafê mirovan ku nûnerê Amnesty ê Tirkiyeyê Taner Kiliç û li gel dîrektor Îdîl Eser jî di nav de şermezar kirin, destê xwe zincîr kirin û bi qêrînê nerazîbûn nîşan dan.
Ji nûnerên Amnesty Fransa Nîcolas Krameyer ê ku daxwaz kir ku hemû nûnerên li Girava Mezin hatine girtin bên berdan, binî xet kir ku cezakirina bi dehê salan a parêzvanên mafê mirovan bûyerekî sosret e.
Krameyer destnîşan kir ku kesên hatine girtin xistine hucreyên 2 metreyî û ne malbat dikarin xwe bigihîninê û ne jî dixtorên ku bi armanca dermankirinê biçin bibînin.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, di çarçoveya kampanyaya ji aliyên endamên Amnesty ku li ser înternetê ji bo serbest berdana parêzvanên mafê mirovan dabûn destpêkirin 100 hezar îmzeyên hatine berhevkirin, xwestin li pêşiya seferetxaneyê danin. Lê erkdarên ewlekariyê rê nedan ku îmzeyan danin.