Ji Rêxistina Alman a Tatort kampanyaya ji bo Sêmalka
Rêxistina Alman a Tatort, ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmalka kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Rêxistina Alman a Tatort, ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmalka kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Bi daxwaza ji bo her cure alîkariyên mirovî vekirina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de, rêxistina Alman a Tatort di qada navneteweyî de dest bi kampanyaya îmzeyan kir.
Kampayaya îmzeyan li ser tora înternetê ji her kesî re vekiriye. Di vir de Xîtabî Mesût Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hate kirin.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna gelê Rojava ya li hember çeteyên DAIŞ’ê didin meşandin hêjayî her cure alîkariya mirovî ye. Di nameyê de daxwaz tê kirin ku li herêmê bi lezgînî pêdivî bi alîkariya xurek û alavên tendirûstiyê hene, ji bo vê divê bi lezgînî Deriyê Sînor ê Sêmalka bê vekirin.
‘REWŞEKÎ BI FIKARE’
Di nameyê de wiha hat gotin: “Girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo her cure alîkariyên mirovî, rewşekî bi fikar e.” Nameyê ev agahî parve kirin:
“Her cure alîkariyên ji bo herêma Bakurê Sûriyeyê, di heman demê de ji bo gelên li Başûrê Kurdistanê jî pêwîstiyeke. Ev xebat hem ji bo aramiya Rojhilata Navîn û aştiyê hem ji bo kêmkirina koçberan e. Ji ber vê bang li heyetên Navneteweyî, rojnamevan, rêxistinên alîkariyê, tîmên rêxistinkirinê, doxtoran dikin ku alîkariyên di warê tendirûstiyê de ji bo Rojavayê Kurdistanê piştgiriyên xwe yên mirovî pêşkêş bikin.
Ji bo vê bang li Birêz Barzanî dikin; di serî hûn û nûnerên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, rê û piştgiriyê bidin ku heyetên alîkariyê, tîmên tendirûstiya lezgîn, heyetên di qadên mafê mirovan de kar dikin, rojnamevan, xebatkarên dildar, sazî û dezgeyên dildar ên dixwazin kar bikin, derbasî Herêma Rojava/Bakurê Sûriyeyê bibin.
Bi taybet şandina pêdiviyên xurek, piştre jî herî zêde kelûpelên tibî û di qadên perwedê de pêwîstiya gel heye.
Weke rêxistinên navneteweyî û takekesî, ji bo piştgirî û alîkariyê bidin gelê li herêmê û xwerêberiyê, ji bo pêşwazîkarina pêdiviyên wan ên jiyanî, di vê çarçoveyê de me ji bo xwe weke erk dîtiye.”
Navnîşana Kampanayaya me wiha ye:
https://www.change.org/p/diwan-krp-org-humanitarian-corridor-for-kobane-and-all-rojava?recruiter=536539310&utm_source=share_petition&utm_medium=email&utm_campaign=share_email_responsive