Ji Rewşenbîran li dijî Erdogan danezana ‘Êdî Bes E’

Hejmarek zêde rojnameger, nivîskar, hunermend û aktîvîstan bi serenavê “Êdî Bes E-Ji Rejîma Erdogan Re Hişyarî” ve danezanek weşandin.

Hejmarek zêde rojnameger, nivîskar, hunermend û aktîvîstan bi serenavê “Êdî Bes E-Ji Rejîma Erdogan Re Hişyarî” ve danezanek weşandin.

Li ser girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Rojnameger Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn, di pêşengiya Ankara Duşunceye Ozgurluk Gîrîşîmî de ji aliyê gelek rewşanbîran ve danezanek hate weşandin. Zêdetirî 60 rojnameger, nivîskar, hunermend û aktîvîstan ku di nav de Hasan Cemal, Îsmaîl Beşîkçî û Baskin Oran jî hene, bi serenavê “Êdî Bes E-Ji Rejîma Erdogan Re Hişyarî” ve danezanek weşandin. Di danezana li ser Change.org de hate destnîşankirin ku ‘rejîma Erdogan welat ber bi dawiyek xeternak dibe, ber bi karesateke nayê sekinandin û Tirkiyeyek nayê jiyîn ve diherikîne.”

Di dawiya danezanê de ev hatin gotin: “Hesabê van tevahiyan ji cîhana din re namîne. Hem wek sazî he jî wek şexs wê hesabê wê bê pirsîn; nikarin bêjin talîmat dan û xwe rizgar bikin. Em rejîma Erdogan û alîgirên wê hişyar dikin. Ev welat ti caran ewqasî bê ewle nehatiye hiştin. Ji ber ewqasî te me tirsand, esil tê bi xwe bitirse.”