Ji rewşenbîr û hunermendan îlana ‘Em bi guman in’

Ji rewşenbîr û hunermendan îlana ‘Em bi guman in’

Nêzî 100 nivîskar, rewşenbîr û lîstikvan ku di nav wan de Yaşar Kemal, Sirri Sureyya Onder, Ferzan Ozpetek, Orhan Pamuk, Murathan Mungan û ÇetînTekîndor hene bi îlana bi serenavê “Em bi guman in” daxwaz kirin zimanê nefretê bi dawî bibe, hunermend û berhemên hunerî hedef neyên nîşandan û zexta li ser civakê bi dawî bibe.

Di nav wan de Yaşar Kemal, Sirri Sureyya Onder, Ferzan Ozpetek, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, ÇetînTekîndor ku hene nêzî sed nivîskar, rewşenbîr û lîstikvan îlaneke bi serenava “Em bi guman in” dan rojnameyan. Rewşenbîrên ku di vê îlanê de xwe weke "Hunermendên ku her tim nêzî nirx û êşên vê civakê dîtine, pirsgirêkên wan şopandine  û di vê oxurê de êş kişandine” terîf dikin wiha dibêjin: "Dîsa li holê bêhna hêrs û nefretê heye.  Hewldanên bêqîmetkirina huner û hunermend, ew hedef nîşandan, bêîtibarkirin, sûcdarkirin û her wiha zext bi her awayî bi lez berdewam dike. Zimanê ku bêtêreddut bêje, 'Ling bûn ser’ nefretê di nav civakê de diçîne.  Gotina 'Hûn û Em’ di nav civakê de qutban tûj dike. Em wek hunermendên ku îmzeya wan heye ji bo mexdûriyetên nû di nav civakê de careke din rû nedin, em dixwazin zimanê nefretê were bidawîkirin, hunermend û huner hedef neyê nîşandan û zextên li ser civakê rabin.”