Ji RedHack çalakî

Ji RedHack çalakî

Hat ragihandin ku Koma Hacker a bi navê RedHack, sîteya Şîrketa Elektrîkê ya Tirkiyeyê hack kir û 1,5 trilyon deyn jê biriye.

Red Hack, diyar kir ku sîteya Şîrketa Elektrîkê ya Tirkiyeyê hack kiriye û 1,5 trilyon deyn ji holê rakiriye. Komê di hesabê xwe yê Twîtter de bi rêya vîdeoya ku parve kir bê çawa deynê elektrîkê tune kiriye weşand.

Red Hack di hesabê xwe yê Twîtter de got, “Em çalakiya xwe ya berî niha bi kêliyekê diyarî gundiyên Yirca, berxwedêrên li Valîdebag, kesên dizanin ku ji mewkî û pereyan tiştên girîngtir hene dikin.” Koma Red Hack her wiha got, “Me ferman ji Berkîn Elvan girt” û wiha dewam kir, “Ji Tayyîp re nebêjin wê biçe deynê xwe jî jê bibe.”