Ji Qişlayê 7 leşkeran fîrar kir

Ji Qişlayê 7 leşkeran fîrar kir

Li Qişlaya Albay M. Arîf Seyhûn ya li Manîsayê di dema xwarina şîvê de di navbera leşkeran de pevçûnê rûda û 7 leşker birîndar bûn. 7 leşkerên tevlî nava şer bûn fîrar kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li Qilaya Albay M. Arîf Seyhûn ya li Manîsayê di dema xwarina şîvê de ji ber sedemek ku hêjan nehatî zanîn di navbera leşkeran de pevçûnê rû da. Di pevçûnê de 7 leşker birîndar bûn, 7 leşkerên ku hate diyarkirin tevlî nava şer bûn fîrar kirin. 7 leşkerên fîrar kirin ji aliyê polîsan ve hatin girtin û radestî yekîneyên wan kirin. Leşkerên ku bi dar û kulman lêdan xwarî li nexweşxaneyên cûda têne dermankirin.