Ji Piştevaniya Taksîmê banga ‘lezgîn’

Ji Piştevaniya Taksîmê banga ‘lezgîn’

Piştevaniya Taksîmê piştî hevdîtina bi serokwezîrê Tirk Erdogan re, daxuyaniyek lezgîn da û diyar kir ku bi heyeta ku ji Enqereyê tê re dê nirxandineke berfireh bikin.

Heyeta piştevaniya Taksîmê ku duh di navbera 23.30 û 03.30’an de bi serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan re hatin cem hev piştî civînê, her kesî berê xwe da Parqa Gezî.

Der barê berxwedanê de biryareke nû ya tê girtin tê mereq kirin û piştevaniya Taksîmê saet di 07.00’an de daxuyaniyek da.

Daxuayniya piştevaniya Taksîmê wiha bû: “Piştevaniya Taksîmê heta niha biryarên xwe bi gel re girt. Duh êvarê li ser daxwaza Serokwezîr, me daxwazên xwe yên ku bi hev re qîr dikin carek din ragîhand.Ji ber şûnde jî biryarên der barê pêvajoyê de dê bi hev re bên girtin. Hevalên me piştî vegerin Taksîmê dê agahiyên berfireh bidin.”