Ji pişt û nêz ve gulle li Tokçu ketiye !

Ji pişt û nêz ve gulle li Tokçu ketiye !

"Di rapora pêş otopsiya" Bêmal Tokçu yê li Geverê ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin û vê sibehê jiyana xwe ji dest da aşkera bû. Di raporê de wiha hat gotin, "Ji ber gulleya çekê ku kiloxê serê wî parçe bûye, jiyana xwe ji dest daye, lewma nehatiye zanîn bê gulle ji kîjan alî ve li serê wî ketiye." Hat îdîakirin ku bi zanebûn, ji pişt û nêz ve gulle berdane serê Bêmal.
Li navçeya Gever a Colemêrgê di merasîmê cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr de ku polîsan êrîşî girseyê kirin Bêmal Tokçu ku bi giranî birîndar bû ji 7'ê Kanûnê ve di komayê de bû,îro jiyana xwe ji dest da. Di pêşotopsiya Bêmal Tokçu ya ji aliyê Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ve hat kirin de hat diyarkirin mirina Tokçu ji ber birîndariya bi çekê ku kiloxê serî şikestiye, mejî texrîb bûye, xwîn çûye ser mejî û ji ber pirsgirêkên çavkaniya xwe ji wan digirin pêk hatiye. Her wiha di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku di valatiya kiloxê serî de hin materyal hatine dîtin.
Ligel wê ji malbata Bêmal Tokçu îdiayeke ku rapora otopsiyê rast derdixe hat. Li gor agahiyên ku malbatê ji şahidên bûyerê wergirtine Tokçu ji pişt û nêz ve hedef hatiye girtin. Malbatê her wiha ragihand ku li gor hin agahiyan yê Tokçu qetil kiriye piştî kincên xwe guhertiye ketiye nav girseyê.