Ji PE hewldana xwedîderketina li parlamenterên HDP’î
Endamên PE, diyar kir ku AKP û Erdogan di hişmendiya Çerxa Navîn de israr dikin. Di civînê de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê û daxwaz kirin ku vegerin “Pêvajoya Çareseriyê.”
Endamên PE, diyar kir ku AKP û Erdogan di hişmendiya Çerxa Navîn de israr dikin. Di civînê de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê û daxwaz kirin ku vegerin “Pêvajoya Çareseriyê.”
Endamên PE’yê, li dijî rakirina destlênedayîna parlamenteran xwedî li HDP’ê derket. Endamên PE bi civîneke çapemeniyê peyamên piştgirîkirinê eşkere kirin, da zanîn ku AKP û Erdogan di hişmendiya Çerxa Navîn de bi israr in. Di civînê de li ser êrîşên qirkirinê hate rawestandin û daxwaz hate kirin ku vegerin “Pêvajoya Çareseriyê.”
Îro di Parlementoya Ewropayê (PE) de, civînek çapemeniyê ya bi mijara “Li Tirkiyeyê rakirina destlênedayînê û bandorên wê” hate lidarxistin. Di civînê de Komên Keskan, Sosyalîst û Çep yên li PE’yê diyar kirin ku hewldana xwedîderketina li parlamenterên HDP’î dane destpêkirin.
Li ser navê koman endamê PE’yê daxuyanî da û eşkere kir ku ew ê xwedî li parlamenterên HDP’î derkevin.
Di civînê de li ser navê Koma Sosyal Demokrat a PE’yê Ana Marîa Bomes, temsîla Hevserokê Koma Dostên Kurd ê PE’yê û Koma Yekîtiya Çep Marîe-Chrîstîne Vergîat, temsîlê Hevserokên Koma Dostên Kurd a PE û Keskan jî Badîl Valero beşdar bûn. Her wiha yek ji peyamên piştgiriyê ji Koma Demokrat Lîberal a PE jî hate dayîn, weke temsîlê HDP’ê jî Farûk Dorû beşdar bû.
GOMES: HIŞMENDIYA ÇERXA NAVÎN!
Di civînê de Marîa Gomes axivî û wiha got: “Di rewşa niha de ne Tirkiye ne jî YE, nikarin pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve werin.” Gomes wiha axivî: “Rakirina destlênedayîna parlamenteran hişmendiyekî ji Çerxa Navîn mayî ye. Bajarên Kurdan di bin dorpêç û êrîşên qirkirinê de ne, HDP di bin êrîşan de ye, rojnamevanên muxalîf û akademîsyen jî wisa ne. Niha, ev hişmendiya paşverû, Çerxa Navîn tîne bîra mirovan. Ji bo derketina ji van kolanên teng û bê rê divê vegerin maseya muzakereyan û ji bo vê jî divê YE, PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne.”
VERGIAT: AKP WEKE SÛRIYEYÊ DIŞEWITÎNE Û HILDIWEŞÎNE
Marîe-Chrîstîne Vergîat jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser Kobanê û HDP’ê û wiha anî ziman: “Em dibînin di serî de li Cizîr, Sûr, Şirnex, Gever, Nisêbîn bi tank û topan; mal, kargeh, tax û bajar mîna Sûriyeyê tên şewitandin û hilweşandin.” Vergîat wiha axivî: “’Ev pêkanîn ti eleqeya xwe bi bezîna pey terorîstan re’ nîne. Sedemeke din heye, niha jî destlênedayîn di pêvajoyeke wiha de derket holê.”
VOLERO: DIVÊ VEGERIN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ
Bodîl Valero jî ev nirxandin kirin:
“Ji ber heqaret li Serokkomar û “Pesindayîna Terorîstan” rakirina destlênedayinan nayê qebûlkirin. Em bi hêvî ne ku Birêz Erdogan were ser pozîsyona xwe ya beriya 2 salan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan û her kesê bi qezencekî mezin e. Di serî de wê Tirkiye û herêm bikeve aramiyê.”
Farûk Dorû yê HDP’yî jî wiha got: “YE bila ne tenê pêvajoyê temaşe bike yan jî AKP’ê rexne bike, halê hazir Erdogan bi pêkanînê xwe yên desthilatdariyê ve li hemberî mirovatiyê ketiye pozîsyonekî sûc û ji bo endamtiya YE jî di nav muzakereyan de ye.”