Hejmara girseya Kurdistaniyan a ku li cihê sûîqesta li Parîsê li hemberî siyasetmedarên Kurd ên jin pêk hat, her ku diçe zêdetir dibe. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku ev êrîş li hemberî gelê Kurd hatiye kirin û xwest ku gelê Kurd bi awayeke herî xurt bersivê bide vê êrîşê.
Piştî ku li Franseyê di encama sûîqestekê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin qetilkirin, bi hezaran Kurdistanî li Parîsê li cihê bûyerê li hev kom bûn. Kurdan pankartên “Tohildan-Întîkam” hildan û dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Qatil Tirkiye” diqîrin. Gelek Kurdistaniyên ji welatên cûda yên Ewropayê berê xwe didin Parîsê.
Tevî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal gelek hunerên saziyên Kurd û siyasetmedarên Kurd jî hatin ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê. Hate diyarkirin ku Kurdistaniyên li Gare Du Nord kom bûne dê heta Komeleya Kurdan a li semta St. Denisse bimeşin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku ev êrîş li hemberî gelê Kurd hatiye kirin û xwest ku gelê Kurd bi awayeke herî xurt bersivê bide vê êrîşê.