Ji parêzerên Ocalan re astengiya ‘keştî xirabe ye’
Ji parêzerên Ocalan re astengiya ‘keştî xirabe ye’
Ji parêzerên Ocalan re astengiya ‘keştî xirabe ye’
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi muwekîlê xwe re pêkbînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin sibehê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dîsan bersiva nerênî hat. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê îdiakir ku, keştiya parêzeran bibe Girava Îmralî ‘xirabe ye’ ragihand ku, hevdîtin nayê kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran hat redkirin û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.