Ji Onderê BDP’yî bo Erdogan: Çima ev înat?

Ji Onderê BDP’yî bo Erdogan: Çima ev înat?

Parlementerê BDP’ê Sirri Sureyya Onder bi mufetîşên Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêkanî û di derbarê gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan ya Parka Gezî bikin ‘Qişla’ pirsa “Çima ev înat? û got: “Di qesra xwe de çêbikin û rûnin, xirab bikin di wêrana xwe de rûnin!

Mufetîşên ku ji aliyê Wezarata Navxweyî ve ji bo lêpirsîna tundiya polîsan di dema berxwedana Parka Gezî de pêkanî bikin dest bi peywirê kirin.

Mufetîşên Wezareta Navxweyî piştî demjimêr 13:00’an li Walîtiya Stenbolê guhdarî Parlementerê BDP’ê Sirri Sureyya Onder, rojnamevan Mutlu Tonbekîcî û Mehveş Evînê kirin.

Onder ku ji destpêka berxwedana Parka Gezî amadebû, dema ku hate valîtiyê di deriyê walîtiyê de daxuyaniyek da û got; “waliyên xwediyê çemka şer pêwîste bêne vekişîn”

Onder mufetîştên ku ji bo guhdarkirinê avahiya walîtiyê hilbijartin jî rexne kir û wiha got:

“sermufetîşê mulkiyeyê geriya. Ji bo lêpirsîna îdarî dê agahiyan bidin. Îronîke ku cihê hevdîtinê jî Walîtiye. Min di Twîtter’ê de bang kir. Bi hezaran agahî û belge hatin. Pêwîste hinekê Waliyên xwediyê çemka şer vekişin. Hemû caran waliyên li Amedê erkdarbûne dişînin vî bajarî. Êdî pêwîste waliyên xwediyê ehlê ziman û rewşê tayîn bikin.”

Piştî ku Onder bi Sermufetîşê Mulkiyeyê re hevdîtin kir ev daxuyanî da:

“Di hundir de tiştên ku em bûne şahdin min hemû ji mufetîş re got. Lêpirsîn destpê kir. Ji bo selameta lêpirsînê rêveberên li vir dikarin îstîfa bikin. Ev vebijêrkekî demokrasiyê ye. Min di înternetê de malpera ‘delilimvar.com’ nîşanî wan da, min dîmen û videoyên di vir de nîşanî wan da. Min daxwaz kir ku, bi endamên Hevgirtina Taksîmê re hevdîtinê pêkbînin. Min jêre vegot ku, ew dê vê pêvajoya li wan parve bikin. Min bihîst ku, lêpirsîn li bajarên din jî destpêkiriye, mufetîş hatine peywirdarkirin.”

Li ser pirsa rojnamevanan ya ‘Erdogan li Tinûsê dubare kir ku dê Parka Gezî xirab bikin û bikin qişla’ Onder got: “Çima ev înat? di qesra xwe de çêbikin û rûnin, xirab bikin wêrana xwe û rûnin! Ma ez êdî çi bêjim.”

Li ser pirsek ya ketina Borsê jî Onder diyarkir ku, “çi girîngiya hîsseyê heye. Ya girîng mirov çi hîs dikin. Çi hîsseyên di cîhanê de qasî mirovan girîng nînin.”