Ji NY banga alîkariya mezin

Ji NY banga alîkariya mezin

Saziyên alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji bo alîkarî însanî ya sala were li gelemperiya cîhanê bê kirin pêwistî bi 12 mîlyar dolarî heye û destnîşan kir ku 6.5 mîlyar dolarê vê, dê ji bo Sûriyeyiyan were bikaranîn.

Rêxistinên alîkariya însanî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariya pêwîst a ji bo sala 2014'an bi civîneke çapemeniyê li Ofîsa Cenevreyê aşkera kir.

Di civîna çapemeniyê de Alîkara Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon a ji alîkariya însanî berpirsyar Valerî Amos, Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Antonîo Gûterres, Alîkara Dîroktorê Giştî yê Fona Alîkariya bi Zarokan re (UNICEF) Yoka Brandt û Seroka Rêxistina Save the Childeren Jasemîne Whîtbread amade bûn.

Amos ragihand ku ew plan dikin di sala pêş de li 17 welatan xwe bigihînin 52 mîlyon mirovan û alîkariyek ji 12,9 mîlyar dolarî bikin.

Amos diyar kir ku li Sûriye, Fîlîpînan û Yemenê bi mîlyonan mirov pêwistiyê bi alîkariya însanî dibînin.

Berpirsyar alîkara însanî bal kişand ser rewşa Komara Afrîna Navîn (CAR) û anî ziman ku li vî welatî zêdeyî nîv mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne, beşeke mezin a nifûsa vî welatî di rewşeke felaketê de ye û pêwistî bi lezgînî bi alîkariyê dibîne.

Amos di axaftina xwe ya li civînê de da zanîn ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jî 8 mîlyon mirov pêwistî bi alîkariyê dibînin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ya got, "Gelo piştî Konferansa Cenevre-2 rewşa li Sûriyeyê eger sererast bibe, dê planên we werin guhertin an na" Amos got, "Îro şer rawest e jî, hînê di destê me de krîzeke însanî dê hebe."

Li gorî plansaziyê, ji vê alîkariyê dê 2,27 mîlyar dolar li 9,3 mîlyon kesên li nava Sûriyeyê û 4,2 mîlyar dolar jî li 4,1 mîlyon Sûriyeyiyên xwe li welatên herêmê girtine, bên xerckirin.

Hejmara penaberên xwe li Tirkiyê girtine li gorî jimartina Kanûna 2013'an 562 hezar e, lê li gorî texmînan dê ev hejmar di Hezîrana 2014'an de bibe 781 hezar û di Kanûna 2014'an de jî bigihêje mîlyonekê.