Ji nûnerê Obama ji bo Ebû Leyla peyam
Nûnerê taybet ê li dijî DAIŞ’ê yê Serokê DYE’yê Barack Obama Brett McGûrk ji bo Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal ê ku di dema operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd ket peyamek weşand.
Nûnerê taybet ê li dijî DAIŞ’ê yê Serokê DYE’yê Barack Obama Brett McGûrk ji bo Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal ê ku di dema operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd ket peyamek weşand.
Di peyama li ser tora civakî Twîtterê de McGûrk diyar kir ku duayên wî li gel Ebû Leyla ye ku li hember terorîstên DAIŞ’ê ji bo rizgarkirina Minbicê şer kir û jiyana xwe ji dest daye.
McGûrk, destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rêya Minbicê de serkeftinên mezin bi dest xistine û rêya diçe Reqayê jî xistine kontrola xwe.