Ji NRÇ HPG'ê sererastkirin
Ji NRÇ HPG'ê sererastkirin
Ji NRÇ HPG'ê sererastkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) da xuyakirin ku di nûçeya duh a bi sernavê "NPG, 13 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn" de hatiye ragihandin ku Suwar Ridvan Tekîn jiyana xwe ji dest daye û diyar kir, ku ji ber navê dişibe hev şaşitiye çêbûye, gerîlayê HPG'ê yê bi navê Suwar niha li ser wezîfeya xwe ye.
Daxuyaniya NRÇ HPG wiha ye: "Di daxuyaniya me ya duh de me agahî dabû ku hevalên me Suwar-Ridvan Tekîn jiyana xwe ji dest daye. Ji ber nav şibiyane hev şaşitiyek çêbûye û navê hevalên me Suwar ê niha wezîfeya xwe bicih tîne, bi şaşitî di nava navê hevalên şehîd ketine hat dayîn. Em vê şaşitiyê sererast dikin û ji malbata Tekîn lêborîna xwe dixwazin."