Ji Muharrem Erbey ji bo girtiyên nexweş banga kampanyayê
Ji Muharrem Erbey ji bo girtiyên nexweş banga kampanyayê
Ji Muharrem Erbey ji bo girtiyên nexweş banga kampanyayê
Parêzer-nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Muharrrem Erbey ê li ser vexwandina Kuluba PEN a Swêd duh beşdarî panela li Stokckholm bû got ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de ku girtiyên li ber mirinê jî di nav de 620 girtî hene. Erbey anî ziman dibe ku her kêlî girtî jiyana xwe ji dest bidin û di serî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li sazî û dezgehên mafê mirovan kir ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan kampanyayan rêxistin bikin.
Erbey ê layiqî Xelata Tucholsky a sala 2014’an hat dîtin, beriya merasîma xelatê li Stockholm bi nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tîne. Di panel û konferansan de wek axaftvan beşdar dibe, pêşveçûnên li Tirkiye û Kurdistanê radigihîne.
Erbey ê di civîna Parlamentoya Swêd de bi parlamenteran re hat cem hev, saetên êvarî jî li Navenda Perwerdeya Karkeran di panela ku Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye Mustafa Kulelî, yek berpirsiyarên Navenda Olof Palme Helîn Şahîn amade bû wek axaftvan beşdar bû.
Erbey duh bi şev jî li avahiya Navenda Perwerdeya Karkeran a li Stockolm di konferanseke ku Parêzerên Sînırnenas û rêxistina mafê mirovan a dijberî qirkirinê Kurdcide Wacth-CHAK bi hev re amade kiribûn, der barê pêşveçûnên li Tirkiye û Kurdistanê de nêrînên xwe bi beşdaran re parve kir.
Erbey bi mînakan bal kişand ser şert û mercên di girtîgehan de û bêedaletiya di dema dozên KCK’ê de. Erbey got ku li Tirkiyeyê demokrasî tenê li ser kaxezê ye.
Erbey diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ya berî niha bi 90 salan hat avakirin her kesî sunnî û Tirk dibîne.
Erbey di axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku li Tirkiyeyê 620 girtiyên nexweş hene û hin jî li ber mirinê ne, dibe ku her kêlî bimirin. Erbey di serî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li tevayî sazî û dezgehên mafê mirovan kir da ku ji bo serbestberdana girtiyên nexweş kampanyayan rêxistin bikin.
Wê Erbey xelata xwe li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran saet 15.00’an bi merasîmeke ku ji aliyê Swêd PEN û Akademiya Swêd ve hatiye organîzekirin werbigire.