Ji MLKP’yiyên li Rojava şer dikin ji bo Paramaz peyam
Ji MLKP’yiyên li Rojava şer dikin ji bo Paramaz peyam
Ji MLKP’yiyên li Rojava şer dikin ji bo Paramaz peyam
Şervanên MLKP’ê yên li Rojava şer dikin, ji bo Paramaz Kizilbaş ê li Kobanê tevlî nav nemiran bû peyamek weşand. MLKP got, "Em wek şervanê MLKP’ê yên li Rojava şer dikin heta dilopa xwîna xwe ya dawî sondxwarîn e ku vê berxwedana destanî mezin bikin. Banga me ji kesên alîgirên rûmet, wijdan, Serkan, Suphî û Kobanê re ev e; werin tevlî dîlana berxwedana ku bi xwîna gelên me gur dibe bibin."
Şervanên MLKP’ê yên li Rojava şer dikin, ji bo şervanê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da peyamek şand.
Peyam wiha ye:
"Keleha berxwedanê Kobanê zarokekî xwe yê din jî kir hembêza xwe. Kobanê bû îrade û cureta rêheval Sûphî yê berê xwe da şoreş, rûmet, wijdan û biratiya gelan. Rêheval Suphî ji Kobanê destê xwe dirêj kir ji dîlana berxwedanê ya rêheval Serkan Tosun ê li Serêkaniyê gur kir.
Em wek şervanê MLKP’ê yên li Rojava şer dikin heta dilopa xwîna xwe ya dawî sondxwarîne ku vê berxwedana destanî mezin bikin. Banga me ji kesên alîgirên rûmet, wijdan, Serkan, Suphî û Kobanê re ev e; werin tevlî dîlana berxwedana ku bi xwîna gelên me gur dibe bibin. Em pêşerojeke bi hêvî bi hev re ava bikin. Wê serkeftin a Rojavaya ku li ber xwe dide be.”