Ji Meksîka û Brezîlyayê piştgiriya ji bo Efrînê
Ji Meksîka û Brezîlyayê piştgirî ji bo berxwedana Efrînê hate dayin: Cihê me hemûyan di nava têkoşîna Kurdan de heye.
Ji Meksîka û Brezîlyayê piştgirî ji bo berxwedana Efrînê hate dayin: Cihê me hemûyan di nava têkoşîna Kurdan de heye.
Rêxistinên ji Meksîka û Brezîlyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê mesajek şandin û destek dan gelê Kurd.
Rêxistinên gelên xwecihî yên Meksîka û Brezîlyayê bi sernavê "Bomberdûmana li ser Efrînê bisekinînin! Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin!" belavokek weşandin.
Di belavokê de bal hate kişandin ser Şoreşa Rojava û hat gotin, "Gelên herêmê wê bi YPG û YPJ'ê re careke din mal bi mal, metre bi metre, qadên azadiyê yên kolektîf ên bi zorê hatine dagirkirin biparêzin."
Di belavokê de hat destnîşankirin, YPG û YPJ'ê bi navê mirovahiyê li dijî DAÎŞ'ê şerekî dîrokî bi ser xistine û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê hate şermezarkirin.
Di belavokê de hat gotin, "Em vî şerê tinekirinê yê dewleta Tirk red dikin, ku bi desteka Rûsya û DYA li dijî gelê Kurd û daxwazên azadiyê dimeşîne."
Rêxistinên ji Meksîka û Brezîlyayê gotin, "Têkoşîna gelên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê têkoŞîna me hemûyan e: têkoşîneke cîhanî ye ku cihê her kesî di nav de heye" û wiha dewam kirin: "Lewma em dengê xwe bilind dikin: Efrîn ne dûr e! Efrîn li kêleka me ye, Efrîn bingeha me ye, Efrîn hilma me ye! Leşker û hêzên paramîlîter bila ji xweseriyên me bicehimin."
RÊXISTINÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BELAVOKÊ
Rêxistinên ku mohra xwe danîne binê belavokê:
Nodo Solidale (Îtalya û Meksîka)
Platforma Navneteweyî ya ji bo Berxwedanê, ji bo Xwerêveberiya bi Xweseriyê PIRATA (Ewropa)
Rêxistinên Xwecihî ji bo Mafên Mirovan ji Oaxaca - Meksîka
Komîteya Parastinê ya Mafên Xwecihiyan (CODEDI) – Meksîka
Kolektîfa Xweser a Magonîst (CAMA) – Meksîka
Tevna Neteweyî ya Berxwedana Sivîl (México) – Meksîka
Tûgaya Kolanan a Desteka ji bo Jinê 'Elisa Martínez' - Meksîka
Veracruz (Meksîka)
Meclîsa Gelên Xwecihî ya Istma ji bo Parastina Herêmê û Xakê - Meksîka
Radyoya Ñomndaa 100.10 FM, Gotina Avê (Suljaa’, Guerrero, Meksîka)
Komîsyona Guarani Yvyrupa (Brezîlya)
LAmericaLatina.net Blog (Îtalya)