Ji MADE'yê banga beşdariya li çalakiyên 1'ê Mijdarê
Ji MADE'yê banga beşdariya li çalakiyên 1'ê Mijdarê
Ji MADE'yê banga beşdariya li çalakiyên 1'ê Mijdarê
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) banga beşdariya li meşên Kobanê yên 1'ê Mijdarê kir û got, "Cihgirtina li cem berxwedana Kobanê, berpirsyariyeke însanî ye."
Di daxuyaniya MADE de hat gotin, "Berxwedana bi pêşengiya YPG'ê bi derfetên kêm û çekên sivik li dijî barbariya DAIŞ'ê ya bi çekên giran tê meşandin, ji niha ev di nava têkoşînên herî leheng ên li dijî faşîzmê de cih girtiye" û hat destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ne tenê parastina bajarekî ye, parastina rûmeta mirovahiyê û demokrasiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şoreşa Rojava "Hêvî û stêrka gelan a li Rojhilata Navîn dibirîqîne ye" û hat ragihandin ku ya tê xwestin li Kobanê bê fetisandin, hêviya şoreşê ya gelan e.
MADE'yê got, "Em dixwazin statuya Kantonên Rojava bê naskirin û ji Kobanê re korîdora jiyanê tavilê bê vekirin" û bang li her kesî kir ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dakevin kolanan û beşdarî çalakiyan bibin.