Ji lîderên Eniya Çep a Rûs Sachnin li Swêdê penaberî xwest
Ji lîderên Eniya Çep a Rûs Sachnin li Swêdê penaberî xwest
Ji lîderên Eniya Çep a Rûs Sachnin li Swêdê penaberî xwest
Yek ji lîderên Eniya Çep a Rûsyayê ku ji rêxistin û partiyên komunîst, anarşît, sosyal demokrat ên radîkal pêk tê Aleksj Sachnin ê 31 salî li Swêdê mafê penaberiya siyasî xwest.
Sachnin got, "Di şûna ku bibim girtiyê 29., di wê baweriyê de me ku di rewşeke azad de ezê hîn bêtir kêrhatî bim, lewma neçar mam Rûsyayê biterikînim." Sachnin diyar kir ku piştî demekê li Sirbîstanê ma, ji Sefaretxaneya Bilind a Swêdê ya li Belgradê vîze stendiye û hatiye Swêdê.
Sachnin di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya heftane Fria (Azad) de da xuyakirin ku di dema dawî de zext û êrîşên li dijÎ komên di nava Eniya Çep a Rûsyayê de cih digirin zêde bûne û bi hinceta gel sor kirine, 28 hevalên wî hatine girtin.
Sachning anî ziman ku Eniya Çep ji ber ji xwepêşandanên li dijî Pûtîn û Hikûmetê pêşengî kiriye rastî êrîşên deshilatdariyê hatiye û destnîşan kir ku ji xurtbûna Eniyê ne tenê hikûmet, lîberalên li mûxalefetê jî ne razî ne.
Sachnin diyar kir ku yek ji siyasetmedarên lîberal Vladîmîr Mîlov di gotareke xwe ya li rojnameyê de gotibû "Di şûna Ûdaltsov de emê Pûtîn hilbijêrin" û vê yekê rê li ber nîqaşên mezin vekiriye.
Lîderê Eniya Çep Sergej Ûdaltsov ji Cotmeha par û vir ve bi sûcdariya 'ji bo Gurcîstanê sîxurî kiriye' di hepsa li malê de tê ragirtin.
Sachnin ragihand ku eger daxwaza wî ya mafê penaberiyê li Swêdê bê qebûlkirin, ewê bi rêxistinên mafên mirovan re ji bo rewa girtiyên siyasî yên li Rûsyayê têxe rojeva raya giştî ya navneteweyî, komîteya piştgiriyê ava bike.