Nûçeya Lezgîn: HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike

Ji leşkerên fîrarî mafê penaberiyê

Ji leşkerên fîrarî mafê penaberiyê

Li gorî raporek li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hat amadekirin, wê ji leşkerên ji bo sûcê şer neke ji yekîneyên xwe veqetiyane re, mafê paneberiyê dikaribe bê naskirin.

Di doza leşkerê berê yê Amerîkî Andre Lawrence Shepherd a li Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê vekiriye de, li gorî rapora pispor, leşkerên ji bo sûcê şer neke fîrar kirine we karibin mafê penaberiyê bixwazin. Di rapora ji aliyê yek ji pisporê navdar ê dadgehê Elenaor Sharpston ve hat amadekirin de, tê destnîşankirin ku leşkerên rîska wan a tevlîbûna li sûcên şer heye, xwedî mafê penaberiyê ne.

Doza li Dîwana Edaletê, ji aliyê Andre Lawrence Shepherd ve hatibû vekirin, ku Shepherd dema di yekîneyên Amerîkî yên li Elmanya de wezîfedar bû serlêdana penaberiyê kiribû, lê ev daxwaza wî ji aliyê rayedarên Elman ve hatibû redkirin. Shepherd di sala 2007'an de çûyîna Iraqê ji bo cara duyemîn red kiribû û anîbû ziman ku şerê DYA yê li Iraqê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Shepherd di serlêdana xwe ya ji bo mafê penaberiyê de ragihandinbû ku ew ê bi daxwaza girtina 18 mehan bê darizandin, îtibara wî ji dest bê girtin û ji artêşê bê avêtin.

Shepherd doza xwe ya li Dîwana Edaletê ya li dijî rayedarên Elman, sipartibû giştînameyeke Yekîtiya Ewropa ya ji bo parastina penaberan a sala 2004'an. Li gorî vê giştînameyê, fîrariyên leşkerî yên neçar mane ji şerekî bê hiqûqî reviyane, dikarin bê şopandin, lewma pêwîste bên parastin.

Pisporê dadgehê Elenaor Sharpston ku li ser navê Dîwana Edaletê rapor amade kir, di wê baweriyê de ye ku leşkerên ne di nav şerê germ de ne jî, dikarin bi heman hincetê serlêdana penaberiyê bikin. 

Di raporê de ji rayedarên Elman hat xwestin ku lêkolîn bikin ka li DYA der heqê leşkerên fîrarî de doz tên vekirin yan na û ev leşkerên mijara gotinê bi jêgirtina îtibarê ji artêşê tên avêtin yan na.