Ji Koordînasyona Rojava banga Roja Cîhanê ya Kobanê
Ji Koordînasyona Rojava banga Roja Cîhanê ya Kobanê
Ji Koordînasyona Rojava banga Roja Cîhanê ya Kobanê
Koordînasyona giştî ya Serokatiyên hikûmetên sê herêmên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê û welatiyên Kurd, Ereb û Sûryan ên li derveyî welat kir ku tevlî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bibin.
Koordînasyona Giştî ya Serokatiyên hikûmetên sê herêmên Rojavayê Kurdistanê (Kobanê, Cizîr û Efrîn) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Berxwedana lehengên YPG ê û hêzên Asayîşê li bajarê berxwedanê 'Kobanê' ya li hemberî êrîşên barbarî ku hêzên olperest ku bi navê DAIŞ tên naskirin, didome. Ev berxwedan ketiye roja xwe ya 45'an. Berxwedana Kobanê bûye sembola berxwedanek mezin li dijî vê hêza tarî û olperest.
Ev berxwedan bûye xala derketina yekîtiya neteweya Kurdî di hevpeymana Duhokê de û bû wekî bingehek yekîtiyek navnetewî li dijî 'terora' cîhanê DAIŞ."
Di daxuyaniya hikûmetê de hat diyarkirin ku bi saya berxwedana lehengên YPG'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokartîtk tevî desteyên wê Roja 1'ê Mijdarê wekî roja cîhanê ya Kobanê hatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Wekî Koordînasyona Giştî ya Serokatiyên hikûmetên herêmên Kobanê, Cizîr û Efrînê em piştgiryê didin siyasetmedar û azadxwazên ku bi berxwedana Kobanê ya dîrokî re ne. Ev berxwedan bûye xala guhertina viyana gelên herêmê. em bang li hemû pêkhateyên her sê herêmên Rojava û hemû welatiyên li derveyî welat ên Kurd û Sûryan û Ereb dikin ku tevlî çalakiya Roja Şemiyê ya meha Mijdarê bibin û dakevin qadan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ya leheng."