Ji Koordînasyona Kantonên Rojava banga piştgiriyê

Koordînasyona Gîştî ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ji civaka navneteweyî xwest ku piştgiriyê bidin berxwedana hêzên enternasyonal ên şerê terorê dikin.

Koordînasyona Gîştî ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ji civaka navneteweyî xwest ku piştgiriyê bidin berxwedaniya hêzên enternasyonal ku şerê terorê dikin.

Der barê êrîşên dawî yên çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ku li hev kirine û bi awayekî hevbeş êrîşî Kantona Efrînê dikin de, Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her sê Kantonên Rojava daxuyaniyek da raya giştî ya cîhanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Piştî serketinên ku YPG, YPJ û Asayîşa Rojava, her wiha hêzên ku di bin sîwaneya wan de li eniyên şer diman û karîbûn ewlehî û aramiya herêmên Cizîrê û Kobanê biparêzin, Çeteyên El-Nusra û hevkarên wan Ehrar El-Şam xwestin bala cîhanê ji ser van serketinan bibin. Çeteyan bi tank û topan êrîşî gelek gundên herêma Efrînê kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Asayîşa Rojava bersiva êrîşan dan û ew têk birin.

Wekî koordînasyona Gîştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Sûriye mafê me yê ku herêmên xwe ji hemû êrîşên ji aliyê komên çete ve tên biparêzin heye.

Em bang li hemu hêzên navneteweyî yên rast û durist dikin ku alîkariyên bidin hêzên enternasyonal (YPG û YPJ) ku li hemberî terorê şer dikin, da ku karibin êrîşên çeteyan li hemû dever û bajarên Suriyeyê bişkînin. Meşa me ya di warê avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û federal dewam dike.”