Ji KONGRA-GEL peyama Noelê

Ji KONGRA-GEL peyama Noelê

Serokatiya KONGRA-GEL bi weşandina peyameke nivîskî Cejna Noelê ya Alema Xirîtiyan pîroz kir.

Serokê KONGRA-GEL bi peyamekê Cejna Noelê pîroz kir. Di peyamê de wiha hat gotin:

“Yek ji welatên ku cara yekemîn cejna Noelê ku rojbûna Îsayê Mesîh e, lê hat pîrozkirin welatê me Kurdistan e. Ev cejn derdora 2 hezar salan e ji aliyê birayên me yên Xirîstiyan ve tê pîrozkirin.

Li welatê me bi hezaran sal e ku gelek bawerî û olên cûda bi hev re dijîn. Her çendî di encama polîtîkayên hêzên serdest de qirkirinên dilşewat jî pêk hatibin, lê gelên herêmê li hemberî baweriya hev du rêzdar bûne û rêzê ji hev du re girtine.

Cejn rojên aramî û aşitiyê ne. Em di wê baweriyê de ne ku ev cejn dê bi vê ferasetê were pîrozkirin, rêzdariya baweriyan a li hemberî hev du dê zêde bibe, dê di nava mirovên me de xizmeta aşitî û aramiyê bike.

Bi vê wesîleyê, em Cejna Noelê, di serî de li Xirîstiyanên Kurdistanî û hemû alema Xirîstiyan pîroz dikin, dixwazin ku cen bibe wesîleya aramî û aşitiya di navbera gelan de.”