Ji KON-KURD’ê lidijî biryara Danîmarkayê bertekek hişk

Ji KON-KURD’ê lidijî biryara Danîmarkayê bertekek hişk

Dadgeha Eyaleta Kopenhag ya Danîmarkayê ku lîsansa Nûçe TV, MMC û ROJ TV îptalkir û cezayek pere ê giran lê dayê, bertekek hişk ya din jî ji KON-KURD’ê hat. KON-KURD’ê biryar protesto kir. Weke din jî bang li federasyon û endamên komeleyan, di serî de Kurd, Kurdistanî, derdorên demokrat, hêzên azadîxwaz û dostên Ewropî kir ku, berteka xwe li hemberî biryarê nîşan bidin.

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, biryara li hemberî sê saziyên weşanê ên Kurd, di serî de li hemberî azadiya fikir û çapemenî ku makezagona Danîmarkayê li hemberî wê pir hişyare derbeyeke. Biryar di aliyê demokrasî, hiqûq û azadiya mirov û maf de weke skandalekê nirxand û aşkera kir ku, careke din  hebûna netewa gelê Kurd hedef hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li gel destkeftiyên Kurdan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, herwiha biryara ku rastî di demekî ku li Bakûrê Kurdistanê jî pêşketinên di vî alî de çêdibin hat, tê armanckirin ku pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk ya pêşengtiya wê Kurd dikin sabote bikin. Hate destnîşan kirin ku, bi vî awayî şer , tundî û bêçaresertî sorkirin, bê exlaqî û bêwijdantiye.

JI GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRATÎK RE BANG

KON-KURD’ê da zanîn ku, di rewşên weke van de gelê Kurd, di her şert û mercan de nasnameya xwe ya netewî, civakî, siyasî û çandî bi awayek xurt parastiye, bang li federasyon û komeleyên xwe û di serî de endamên xwe, Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin, di nezdê meqamên Danîmarkayê de bertekên xwe ên bi bandor bi awayek demokratîk-rewa nîşan bidin. Li hemû hêzên alîgirê demokrasî, azadî, edalet û aştiyê hate bang kirin ku, piştevaniya gelê Kurd bikin û bi hev re tekoşînê birêve bibin. KON-KURD’ê daxwaz kir ku, di serî de Danîmarka, hikumetên Ewropa û sazî dawî li zextên li ser gelê Kurd bînin, li pêşiya pêvajoya çareseriya demokrat û aştiyane a gelê Kurd nebin asteng, li gorî ku îdia dikin pêdiviyên nirxên demokratîkin tevger bikin û hevkariya pêkveçûna pêvajoyê bikin.