Ji komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bang
Ji komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bang
Ji komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bang
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya KCK’ê, birîna 12 hezar darên li Erdîşê wek îstîsmarkirna pêvajoyê ya AKP’ê da nasîn û got divê kurd bi şîara ‘dest nedini jiyan û xwezayê’ li ser derê berxwedanê pêşve bibin.
KCK’ê bertek nîşanê pêkanînê da û got: “ Hikûmeta AKP’ê di mijara ketina zîhniyeta çareseriyê de xwe ferz dike û dibêje; ez her tiştî baştir dizanim û çêkirina qerekol û bendevana didiomîne. Li her derê ku çalakiyê Geziyê di rojevê de, dixwaze li Erdîşa Wanê 12 hezar darî bibire û ji qada înşaata TOKÎ’yê re cih veke. Ev jî vê wateyê ku AKP’ê pêvajoya çareseriyê îstîsmar dike.
Hikûmeta AKP’ê ya erdhêja Wanê jî îstîsmar kir, li her derê li pey rantê ye û bi înşatên TOKÎ’yê dixwaze qadê kesk tune bike. Ji bo vê divê li her derê li dijî TOKÎ’yan gel bikeve nava tevgerê. Divê gelê Erdîşê li mafê jiyana xwe ya aborî û ekolojîk xwedî derkeve. Divê ji bo vê rabin ser piyan.
Ji Erdîşê heta Geziyê pira bê avakirin dê rîskên li pêş pêvajoya çareseriyê rabike. Gelê me divê bi dirûşemeya ‘Dest nede jiyan û xwezaya min’û dê li her derê berxwe bidin.