Ji Komîsyona "Ji Çareseriyê re Erê" meşa aştiyê
Ji Komîsyona "Ji Çareseriyê re Erê" meşa aştiyê
Ji Komîsyona "Ji Çareseriyê re Erê" meşa aştiyê
Komîsyona ji çareseriyê re erê, bi armanca piştgirîdayîna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dirûşma "Guhdarî bike, rave bike, bibihîze, bipeyive, ji çareseriyê re erê" li Stenbolê meşek lidar xist.
Meşê ji Meydana Saraçhane destpê kir û heta Meydana Beyazitê dewam kir. Bi dehan kesên li Meydana Saraçhaneyê hatin cem hev, li ber dahol û zirnê govend gerandin. Dûre bi sedan kesên ku di nav de endamên Heyeta Marmara ya Komîsyona Aqilmendan Alî Bayramoglû, Levent Korkût, rojnamevan Ronî Margûlîes, Serokê Giştî yê DSÎP'ê Dogan Tarkan, Şanar Yûrdatapan, akademîsyen Ferhat Kentel, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mehemt Boztemûr, pankarta bi nivîsa "Guhdarî bike, rave bike, bibihîze, bipeyive, ji çareseriyê re erê" vekirin û dest bi meşê kirin.
Piştî meşê, li ser navê Komîsyona ji Çareseriyê re Erê Yildiz Onen û Gulden Donmez peyam xwendin. Yildiz Onen di peyama xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke dîrokî avêtiye û got, "Deriyê çareseriyê, yekemcare ewçend zelal û berçav vedibe. Bi pêvajoya çareseriyê re çend mehin kes jiyana xwe ji dest nadin. Ev rewş bi tenê bese ji bo em xwedî li pêvajoyê derkevin."
"NIHA DEMA AŞTIYÊ YE"
Gulden Donmez jî da xuyakirin ku yên şer dixwazin hin derdorên biçûk in û destnîşan kir, ku ji bo bibin dengê bi milyonan kesên aştiyê dixwazin, em ketine nava tevgerê. Donmez got, "Êdî em li ser rêyan, li bajaran, li kolanan, mizgeft, dêr û kargehan, li dibistanan aştiyê birêxistin dikin. Niha dem dema aştiyê ye."
Çalakî piştî daxuyaniyê, bi çepik û dirûşmên "Ji Aştiyê re Erê" bi dawî bû.