Ji KOMAW'ê ji bo malbatên wendayan bangawazî

Ji KOMAW'ê ji bo malbatên wendayan bangawazî

Komela Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW), ku di rojên borî de yekemîn kongreya xwe li dar xist ji malbatên kesên wan wenda xwest ku der barê wendayan û mexdûrbûnê de serî li wan bidin.

Komaw ku li cur bi cur navendên Ewropayê bi pirsgirêkên xizmên wendayan û yên mexdûr bûne re eleqedar dibe, xebata xwe ya destpêkê têkildarî arşîvkirina şehîd û wendayan kir. Ji ber vê sedemê KOMAW bi daxuyaniyekê ji malbatên mexdûr û wendayan ên li dîsporayê dijîn xwest ku sicîlên kesên aqubeta wan ne diyar e ji wan re ragihînin da ku werin tomarkirin.

XEBATEKE KU NEÇARÎ ÇARESERIYÊ BIKE

KOMAW di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi tomarkirina sicîlên şehîd, kesên wenda û mexdûr re wê platformên pêwendîdar agahdar bikin û ev xebat wê li ser dewleta Tirk zexteke demokratîk çêbike. Her wiha wê  Tirkiyeyê neçarî avakirina Komîsyona Lêpirsîna Heqîqetan bike û di vê çarçoveyê de wê bihêle ku Tirkiye bi rabirdûya xwe re rû bi rû were.   

KOMAW di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan: "Malbatên şehîd û wendayan kirdeyên vê pêvajoyê ne. Ji ber yê herî zêde bûne mexdûrê vî şerî ev in. Eger wê aştiyek pêk bê, divê ji mexdûriyeta wan re bibin bersivek. Em dizanin ku kesên aqubeta wan ne diyar di odeyên kozmîk ên dewletê de hene. Li cihekî ku behsa bi dehhazaran wendayan were kirin mirov nikare behsa aştiyê bike. Lewma neçar in bi rabirdûya xwe re rû bi rû bên." Komaw bang kir ku divê malbatên şehîd û wendayan ên li dîasporayê dijîn li derdora komeleyê bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û daxwazên xwe bixin rojevê.

KOMAW bi gotina,  “Ancax bi rêxistinbûnê em dikarin bibin layiqî şehîdên xwe” da xuyakirin ku ji bo xebatên komeleyê werin pêşxistin ev xebat pirr girîng e.

'AGAHIYÊN ŞEHÎD Û WENDAYAN DIVÊ DI ADRESEKÊ DE KOM BIBIN'

KOMAW ku bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û  MEYA-DER’ê re di nav pêwendiyan de ye destnîşan kir ku eger arşîvên wendayan li cihekî kom bibin ji bo zelalkirina agahiyan girîng e û heta derfet hebin bi awayekî bi detay agahî werin dayîn dê pirr baş be.

KOMAW, di vê çarçoveyê de xwest bi wan re li ser vê adresa jêr pêwendî werin kirin:

Adres: Kornerstr. 94 58095 Hagen

Tel: 004917624158757- 00491709659075

E-Mail: [email protected]