Ji KNK'ê plansaziya dema nû
Ji KNK'ê plansaziya dema nû
Ji KNK'ê plansaziya dema nû
Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê derbarê Kombûna Giştî (Civata 13’emîn) de ku li navenda KNK’ê hat lidarxistin de diyar kir ku, komisyon û komîte hatine diyarkirin, plansaziyên kar û xebatan hatine çêkirin û her wiha li ser rewşa giştî ya polîtîk rawestiyane.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke biryar û nîqaşên di Kombûna Giştî ya li bajarê Bruksel li Navenda KNK’ê hatiye lidarxistin bi raya giştî re parve kir. KNK di daxuyaniya xwe ya li ser navê Konseya Rêveber a KNK’ê de destnîşan kiriye ku pirsa Kurdistanê bi hemû giraniya xwe êdî bûye rojeva esasî ya herêm û cîhanê. Navenda çareserîya aştî û aramiya Rojhilata Navîn bûye Kurdistan. Têkoşîna Kurdistaniyan, pêkhatina statuya Kurdistana Federal, avabûna statuya “de facto” li Rojava û pozîsyona bi giştî ya Kurdistaniyan a demokratîk, sosyal û sekular çavên dunyaya demokratîk kişandiye ser Kurdistanê.
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ
Di daxuyaniyê de ku bi awayekî berfireh rewşa Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn tê destgirtin de tê gotin ku pêwîst e pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û li gorî vê qonaxa destpêkê ji aliyê KCK’ê ve bi cih hatiye. Gerîlayên HPG’ê hemleya çeperguhertinê bi serketî didomînin. Piştî ve gavê dor hatiye Dewleta Tirkiyeyê ku wacibên xwe bîne cih û gavên berbiçav biavêje.
Di daxuyaniyê de tiştên ku dewleta Tirk bîne cih jî wiha têne birêzkirin.
“*Berî her tiştî divê di warê qanûn, destûra bingehîn û mewzûata nav dewletê de paksaziyeke kamil pêk bîne û daxwazên Kurdistaniyan bê qeyd û şert bi cih bîne.
*Ji bo selametiya prosesê û gihiştina armanca lihevhatinê, di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyên polîtîk divê bêne berdan.
Di vê prosesa muzakereya digel Dewleta Tirkiyeyê de erkên Kurdistaniyan jî hene ku di serê wan da tifaqa navxweyî tê. Di Konferansa Amedê da, ku Birêz Ocalanî pêşniyara çêkirina çar konferansan kiribû û ya yekemîn li Enqereyê pêk hatibû, dînamîkên neteweyî û welatî yên Kurdistanê kom bûn û resmekî yêkgirtî nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan û destekeke mezin dane prosesa çareseriyê.
KONFERANSA EWROPA Û HEWLÊR
KNK di daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser konferansa ku wê li Ewropa û Hewlêrê jî werin lidarxistin û ev xal tên nîşandan: “Ji van çar konferansan a sêyem jî wê li Brukselê (29-30 Hezîran 2013) pêk were. Konferansa çaran jî hatiye plankirin ku li Hewlêrê bi beşdariya hemû dînamîkên neteweyî û welatî pêk bê. Konferansa Hewlêrê hem ji bo piştevaniya prosesa nû ya li Bakur, hem jî ji bo pêkanîna tifaqa navxweyî wê roleke jiyanî be, lewma divê hemû Kurdistanî giraniya xwe bidin ser ku ev Konferansa Hewlêr bibe platformeke bilind a neteweyî û welatî ya Kurdistanê.
JI BO ROJAVAYÊ KURDISTAN BANGA PIŞTEVANIYÊ
Encamnameya daxuyaniya KNK’ê de bi van xal û sererêzên li jêr berdewam dike:
“KNK giring dibîne ku van daxwaz, tewsîye û balkêşiyan bîne bîr û rehiya navxweyî, herêmî û cîhanê:
1. Kurdistaniyên li Rojavaya Kurdistanê rêvebirî û îdareya welat hilgirtine destê xwe û di nav gelek bêderfetiyan de şerê man û nemanê didin. Ji milekê ve êrîşên rejima Şamê, li milekî şer û têkvedanên dewleta Tirkiyeyê û hevalbendên wê jiyana gel teng û dijwar kiriye. Divê hemû Kurdistanî ji bo parastina Rojava seferber bin û her wiha gelekî aktîv destek bidin kampanyaya temînkirina hewcehiyên jiyanê ji bo gelê me yê Rojavayê.
2. Kurdistana Federal divê dergehên hatinûçûna Rojava vekirî bihêle û ji hemû aliyan ve hevkariya Rojava bike.
3. Kurdistanî pêkve divê piştevan bin ku Konseya Bilind a Rojavaya Kurdistanê bi temsîleke bilind beşdarî hevdîtinên li Cenevre bibe.
4. Kurdistaniyên Rojavayê divê biçûk mezin xwe bikin yek û bi giyanekî neteweperwerî û welatperwerî axa xwe li dijî neyaran biparêzin û dest bi dest welatê xwe ava bikin.
5. Dunyaya demokratîk û humanîter divê hevkariyeke mezin digel Rojavaya Kurdistanê û bi giştî doza Kurdistanê bike ku aştî û aramî bê Rojhilata Navîn.”
ROJHILATÊ KURDISTAN
Der barê Rojhilatê Kurdistanê de jî ev xal hatine destnîşankirin:
“*Rejîma Îranê hîn jî şiddet û îdaman li ser têkoşerên Kurdistanê didomîne û divê dawî li vê reftara xwe bîne. Rejîma Îranê ji bo aramî û aştiya nav xwe divê digel Kurdistaniyan be û mafên wan qebûl bike.
*Kurdistaniyên Rojhilat divê di nav xwe da bibin yek û têkoşîna xwe li ser esasê tifaqa navxweyî bilind bikin ku bigihin encamê.”
HILBIJARTINÊN BAŞÛRÊ KURDISTAN
Di daxuyaniyê de der barê Başûrê Kurdistanê de jî tê gotin ku li Başûr amadekariyên hilbijartinana hene û pêwîst e hilbijartin bi awayekî demokratîk werin kirin û bi her awayî îstîkrara polîtîk a Kurdistana Federal were parastin.
Daxuyanî ku herî dawî bi plansazî dabeşkirina kar û xebatên wê bêne kirin bi dawî dibe wiha ye: “Konseya Rêveber a KNK’ê di nav xwe da kar parve kir û plana xebatê amade kir. Li gorî vê;
*Li Rojavaya Kurdistanê buroya KNK’ê wê bê vekirin.
*Buroyên KNK’ê yên li Rûsya, Îngilîstan û Kurdistana Federal wê bêne organîzekirin û her wiha li welatên ku endamên KNK’ê zêde hene kom û komîte wê bêne avakirin.
*Cihgirên hevserokên KNK’ê, Komîsyona Karên Derve, Komîsyona Ziman û Perwerdeyê, Komîsyona Jinan û Komîteya Xweza û Jîngehê û Komîteya Ragihandinê bi vî rengî hatin teşkîlkirin:
1- Cihgirên Hevserokên KNK’ê: Dilşa Osman – Behzad Pîrmûsa
2- Seroka Komîsyona Karên Derve: Songul Karabulut
3- Serokê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê: Rojan Hazim
4- Seroka Komîsyona Jinan: Rodî Melek
5- Serokê Komîteya Ragihandinê: Behzad Pîrmûsa
6- Serokê Komîteya Xweza û Jîngehê: Hindirîn Eşref Nûman”