Ji KNK’ê peyama Cejna Xirîstiyanan

Ji KNK’ê peyama Cejna Xirîstiyanan

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî Cejna Noel a alema Xirîstiyan ku di heman demê de rojbûna Hz. Îsa ye, li tevahiya Alema Xirîstiyan pîroz kir û hêvî kir ku bibe wesîleya aşitî û aramiyê.

Peyama Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) wiha ye:

“Îro cejna Bûyînê ye û em weke KNKê cejna Yes-ul Mesih li gelê Suryanî Keldanî, Asurî û tevahiya cîhana Xiristiyan pîroz dikin.

Ev cejn, xwedî wateyek dîrokî ye û di jiyana hevreyî ya mirovahiyê de roleke pîroz dilîze. Lewma wek nirxekî giranbiha tê pîrozkirin. Baş tê zanîn ku, cejin di dîroka mirovahiyê de,xwedî rol û miyona biratî, aşitî û jiyana hevreyî ne.

Em weke KNKe hêvî dikin ku, cejna Yes-ul Mesih jî, bibe bingeha wekhevî, jiyana hevreyî ya dilsozî û aştiya navbera gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê. Roja Bûyînê, di dahatu û dîroka mirovahiyê de, destpêkek nû ye. Ev destpêka nû, guhertinek bingehîn jî derxiste hole.

Baş tê zanîn ku, Rojhilata Navîn, cografya Mezopotamya û Kurdistan di nava şerekî qirêj û faşîzan de tê hejandin. Ev cografya ku bûye wargehê olên semawî teva, hîna jî baweriyên cûda di himbêza xwe de diparêzê. Bi vê mebestê, pîroz kirina cejna Yes-ul Mesîh ji bo gelê me û Kurdistaniyên Xiristiyan teva xwdî taybetmendiyek cûda û bi nirx e. Ev cûdatî û nirxê giranbiha, parastina pîroziyên mirovahiyê ye. Li cihekî ku nirxên mirovahiyê werin parastin, cihê hêviyê lê heye. Hêviya gelên herêmêjî, aştî, demokrasî û jiyana wekhev û dilsozî ye.

Bi hêviya ku daxwaz û hêviya gelan were cih û cejnên paşerojan dinava aştî û dilsoziya jiyana hevreyî de werin pîroz kirin, em careke din cejna Yes-ul Mesih li gelên Mezopotamya li gelê Suryanî, Keldanî, Asurî û tevahiya cîhana Xisristiyan pîroz dikin.”