Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sûîqesta ku li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin, bi zimaneke tund şermezar kir. KNK’ê bal kişand ser zextên dewleta Franse û şopandina Kurdan û got ku ger êrîşê ronî neke, berpirs ew bi xwe ye.” KNK’ê bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan kir û bang li gelê Kurd kir ku li her derê li hemberî van êrîşan dabikevin qadan.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li Parîsê ku di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin qetilkirin, şermezar kir.
KNK’ê got; “Di demeke ku hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de, li Imralî pêk hatin û hêviyek aştiyê derkete holê, li paytexta Frensa Parîsê, li dijî siyasetmedarên kurd yên jin êrîşeke hovane, plankirî û bêbextî hate pêkanîn.
KNK’ê da zanîn ku di encama êrîşa bêbextî û hovane de, siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz, endama me nûnera KNK’ê a Parîsê Fidan Dogan û keça ciwan a kurd Leyla Soylemez hatin kuştin û wiha berdewam kir: “Êrîşa li dijî siyasetmedarên kurd yên jin, li paytexta Frensa Parîsê, kolana herî qerebalix pêk hat. Baş tê zanîn ku dewleta Frensa bi awayekî taybet kurdên li Frensa dişopîne. Lewma li kolana herî qerebalix û navendî ya Parîsê, êrîşek bi vî rengî manîdar e. Bi vê mebestê em weke KNKê dibêjin, heta ku dewleta Frensa komkujiya bê-exlaqî û rûreşiya mirovahiyê ji her alî ve ronî neke, berpirsiyar e û di bin gumanan de ye. Ji ber ku dadgerê taybet yê Frensî, bi 3 alîkar, 8 dozger û 28 komîseran ve gelê kurd dişopînin. Desthilatariya Partiya Karkeran û çepgir ya Frensa pêwiste xwe li hemberî vê êrîşa hovane bi berpirsiyarî tevbigere.”
KNK’ê got: “Bûyera hovane û bêbextî ku li dijî siyasetmedarên kurd yên jin, li Parîsê hate lidarxistin jî dide xuya kirin ku, dewletên ku di destpêka sedsala bîstûyekê de, bûne çavkaniya hêzên çete û kontrayên paramîlîter, dibin pêşengiya lîderên despot û otorîter de, li hemberî azadiya gelan û demokrasiyê serî li her riyên faşîzan didin. Van dewletên çete, antîdemokratîk û antî huquqî, bi plansaziyek kûr û dûr, siyasetmedarên kurd yên jin li Parîsê bijartin û hedef girtin. Komkujiya li Parîsê dide xuyakirin ku, têkoşîna gelê kurd ya azadiyê, li her cih û warî bi kuştin û tunekirinê, bi kiryarên sucê mirovahiyê tê pêşwazîkirin” û bi vî awayî bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan: “Mixabin raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên demokratîk, Yekîtiya Ewropa li hemberî van êrîşên antî-huquqî, antî-mirovî û li dijî peyman û rêbazên gerdûnî bêdeng dimînin.”
KNK’ê destnîşan kirk u Komkujiya li Parîsê ne bûyerek ji rêzêdê ye û ev bang kir: “Bi vê pêwanê em bang li Yekîtiya Ewropa, li sazî û dezgehên demokratîk û raya giştî ya cîhanê teva dikin ku li hemberî vê komkujiya sucê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin.”
KNK’ê diyar kir ku divê desthilatdarî û dewleta Frensa jî, komkujiya li Parîsê, kolana Gare du Nord û qerebalix pêk hatiye weke bûyereke di rêzê de nebîne û ev bang li dewleta Franse kir: “Pêwiste hemû hêza xwe bi kar bîne û bûyera dijî-exlaqî û dijî mirovahî ronî bike. Eger, weke bûyerek kujerî û di rêzê de nêzîk bibe, wê dewlet û desthilatdariya Frensa dibin tohmetê de bimînin. Divê ji her kesî zêdetir dewleta Frensa, fam bike ku komkijiya jinên kurd, sucê mirovahiyê ye û çi pêwist be bike. Komkujiya li Parîsê, niyet û armanca hêzên dagirkerên Kurdistanê jî dide xuyakirin. Hêzên kûr û veşartî, li her cih û warî û di her firsetê de, dijminatiya xwe ya kujer û êrîşên xwe yên faşîzan li dijî gelê kurd, li dijî Tevgera Azadiya Kurd, dixin pratîkê. Ev jî dide xuyakirin ku hêzên reş û veşartî, aştiya li Rojhilata Navîn û sazkirina demokrasiya li herêmê naxwazin. Ji ber ku aştiya li Rojhilata Navîn û demokrasiya li herêmê bi çareseriya pirgsirêka Kurd ve girêdeyî ye.”
KNK’ê got: “Pêwiste gelê kurd yên li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê jî, baş zanibe û fam bike ku komkujiya li Parîsê, helwesta dijminên gelê kurd, hovîtî û bêbextiya dagirkerên Kurdistanê ye. Divê li her qada jiyanê û di her firsetê de, dijberiya xwe nîşan bide, li cenazeyên siyasetmedarên kurd yên jin xwedî derbikeve û bidê xuyakirin ku tu hêz wê nikaribe meşa ber bi azadiyê bidê rawestandin. Divê bide xuyakirin ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe ya li dijî hêzên dagirker û kiryarên faşîzan bi tundî bidomîne.”
KNK’ê herî dawî got: “Em weke KNKê, êrîşa bêbextî û havanê ya li dijî siyasetmedarên Kurd yên jin bi tundî şermezar û lanet dikin û ji tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.”