Ji kêfî cezayê hucreyê dan girtiyê siyasî
Li Girtîgeha Tîpa Y a Entalyayê bi hinceta ku li dijî caxên li ber paceyê derketiye, cezayê hucreyê li girtiyê siyasî Mûhammed Kartal hate birîn.
Li Girtîgeha Tîpa Y a Entalyayê bi hinceta ku li dijî caxên li ber paceyê derketiye, cezayê hucreyê li girtiyê siyasî Mûhammed Kartal hate birîn.
Girtiyê siyasî Muhammed Kartal di axaftina telefonê de ya heftane de ji malbata xwe re qala zextên li ser xwe kir.
Kartal anî ziman ku alavên hîjyenê û ava germ nadin wan û xwarinên ku didin wan jî xerab e.
Girtiyê siyasî diyar kir ji ber ku wî îtîrazî caxên li ber paceyê kiriye, cezayê hucreyê li wî hatiye birîn.
Malbatê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê banga bihistyariyê kir.