Ji KCD’ê peyama 15’ê Tebaxê
Ji KCD’ê peyama 15’ê Tebaxê
Ji KCD’ê peyama 15’ê Tebaxê
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 29’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand. KCD’ê bi pêngava 15’ê Tebaxê re rûpeleke dîrokî ya nû vebûye û got: “Asta ku li Rojava gelê me gihiştiyê, bi saya 15’ê Tebaxê hatiye vê rojê.”
KCD’ê cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kir û da zanîn ku di deme ku li ser kudan siyaseta înkar û îmhayê dihat meşandin de û bi cuntaya 12’ê îlonê qirkirin hatibû destpêkirin de ewladê kurd yên qereman û fermandarê mezin Egît (Mazluzlum Korkmaz) ev hamle da destpêkirin û veguher şoreşê.
KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di rewşeke wisa ya rastiya welatekî de, xwedî derketin ancax bi pêngaveke wisa pêkan bû. Bi xebatên ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye meşandin bi pêngava 15’ê Tebaxê pratîk bû li Kurdistanê rupeleke dîrokî hatiye vekirin.
Di wateyê de fermandarê mezin Egît ne tenê têkoşîna çekdarî daye destpêkirin, aliyê îdelolojîk, çandî û civakî pêş xistiye û her wiha xwedî li mirovahiyê hatiye derketin. Lîstika qirêj ya tunekirina gelê kurd xera kiriye û ruyê reş yê mêtîngeriyê derxistiye holê û li ser vê yekê gelê kurd xwedî li rastiya xweya civakî derketiye.
Gelê me bi fedekariyeke mezin têkoşîn meşandiye û tu carî serî li hemberî serdestan netewandiye. Vî gelî bi biryarek mezin têkoşîn meşandiye.îro gelê Rojava di 30’emîn salvegera cejnê de berbi azadiyê ve dimeşe. Gelê Rojava statuya xwe qezenc dike û qedera xwe bi destê xwe tayîn dike. Ev jî bi saya 15’ê tebaxê ye.”
KCD’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesî kir ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li dora riya ku diçe azadî û xweseriyê bidin xelek.