Ji KA.DER'ê kampanyaya ‘namzetên jin ji bîr nekin’

Ji KA.DER'ê kampanyaya ‘namzetên jin ji bîr nekin’

KA.DER (Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin) ji bo hejmara jinan a di rêveberiyên herêmî de zêde bibe kampanyaya ‘Namzetên Jin ji bîr nekin’ dan destpêkirin. Di dîmenên kampanyayê ya ku lîderên AKP, CHP û MHP’ê hedef hatine girtin de li post-ît ên li eniya Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî xistibûn nivîsa ‘Namzetên jin ji bîr nekin’ hat nivîsin.

KA.DER’ê  demek berê ji bo AKP, MHP û CHP’ê nameyek şand û diyar kir ku divê herî kêm nîvê namzetên hilbijartinên herêmî jin bin  û dîsa bi heman armancê kampanya da destpêkirin.kampanya li Otela Dedeman a Stenbolê hat aşkerakirin.

Seroka KA.DER’ê Çîgdem Aydin da zanîn di sala 2099’an de ji 2 hezar û 950 şaredarî tenê 26 heb jin bûn û ev jî ji sedî 0.8 e. Aydin got rêveberiyên herêmî bûye qada rantê ya siyasetmedarên mêr û ji jinan re girtiye. Aydin diyar kir ku ew bi vê kampanyayê dixwazin ‘Namzetên jin neyên jibîrkirin.’

Aydin got BDP û HDP di kampanyayê de cih nagire û got hem BDP û hem jî HDP’ê  wekheviya zayendê xistina rêzikname û bernameya xwe. Aydin got: “Ji ber ku wan jin bîr nekirine ew di vê kampanyayê de cih nagirin. Hêviya me ev e sekna wan jib o partiyên din bibe mînak.”

Aydin pirsên rojnamegeran yên derbarê kotaya jinê de bersivand û got: “Me dest ji daxwaza xwe ya kotayê berda. Em nîvê kursiyan dixwazin. Bila mêr rabin, em runin.

Aydin da zanîn ku hêza ku pêşeroja bajaran diyar bike rêveberiyên herêmî ne û tabloya şaredariyên ku  îro ya ji çavderiya jinê gelek dur e wiha vegot:

Rêveberiyên herêmî, veguheriye qada rantê.  Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Polîsan sala borî li dijî rêveberiyên herêmî 53 operasyon pêk hatin û nelêrêtî ji sedî 1,19 zêde bûye.

Şaredariyên mezin û şaredariyên nifûsa wan ji 10 hezarî zêdetir divê ji bo jin û zarokan stargehan vebikin. Li tirkiyeyê tenê 123 stargeh hene.

Ji bo jinan kursên ku jinan dikin xwedî pîşe gelek kêmin.

Tesîs û derfetên sporê ji bo hewcedariya mêran  ava dikin. Tesîsên sporê jî bi ‘sahayên xaliyê’ hatine sînorkirin.

Dema organîzasyon û plansaziya bajar tê kirin û polîtîkayên avahî û veguhestina nava bajar têkirin hewcedariyên jinan li ber çavan nayê girtin.  Ji ber ku kolan tarî de jin bi şev nekarin bên malên xwe.

Tevlibûna jiyanê ya kesên astengdar tê sînorkirin.  Gelek peya rê li gorî astengdaran nayên çêkirin.