Ji jinên Kobaniyî banga kombûna 25'ê Mijdarê ya li ser sînor
Ji jinên Kobaniyî banga kombûna 25'ê Mijdarê ya li ser sînor
Ji jinên Kobaniyî banga kombûna 25'ê Mijdarê ya li ser sînor
Jinên Kobaniyî bang li tevahiya jinên cîhanê kirin ku di 25'ê Mijdarê de bên ser sînor û gotin, "Jinên YPJ'yî, ji Afrîka heta welatên rojhilat ji bo mafê tevahiya jinan têdikoş in. Eger hûn jiyaneke demokratîk dixwazin, hingî werin ser sînor û desteka xwe nîşan bidin."
Di roja 63. a berxwedana Kobanê de, jinên Kobaniyî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî şîdeta li hemberî Jinê, ji ajansa me re axivîn. Jinên Kobaniyî ku beriya niha li Kantona Kobanê xebatên jinan dimeşandin û niha li Pirsûsê heman karî dikin, bang li tevahiya jinan kirin ku di 25'ê Mijdarê de ji bo Kobanê rabin ser piyan.
Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Faîze Abdî destnîşan kir ku polîtîkaya êrîşê ya DAIŞ'ê, ji bo tinekirina azadiya jinê ye û got, "Bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a li Kobanê hat ragihandin re, dawî li bindestiya jinê ya li Rojhilata Navîn hat anîn. Ji hingî ve rewşa Rojhilata Navîn cuda ye. Jinan bi Şoreşa Rojava re, li Rojhilata Navîn tovên jiyaneke nû ya li dora jinê, çandin."
'YPJ XURTIR DIBE'
Faîze Abdî ragihand ku bi şiyarbûna jinê re gelek tişt hatiye guhertin, lewma çeteyên xwedî nêzîkatiya nêrza êrîşî şoreşa jinê ya Rojava dikin. Abdî got, "Sekna li dijî êrîşên çeteyan YPJ xurtir kir. Di serî de jinên me yên ciwan, ji her temenî jin tevlî YPJ'ê bûn. Dibe ku dijminê me mezin be, lê ji bo em bersiveke xurt bidin vî dijminî vîn û şoreşeke me ya xurt heye. Di demeke kurt de me serketinên mezin bi dest xistin. Pişta DAIŞ'ê niha şikestiye."
'DIVÊ JINÊN CÎHANÊ BI ME SERBILIND BIN'
Faîze Abdî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî şîdeta li hemberî Jinê bang li hemû jinan kir ku bên ser sînor û got, "Niha li Rojava, ji bo tevahiya mirovahiyê û mafên jinê, têkoşînek tê dayîn. Jinên YPJ'yî, ji Afrîkayê heta welatên rojhilat, ji bo mafê tevahiya jinan têdikoş in. Divê jinên cîhanê bi me serbilind bin. Lewma bang li tevahiya jinan dikim, ku bên ser sînor."
'ÊŞA DI DILÊ MIN DE NAYÊ VEGOTIN'
Dayika 6 zarokan Naîle Îbrahîm (40) a li Kobanê sê salan di wezîfeya asayîşê de cih girt û bi dijwarbûna êrîşên DAIŞ'ê re hat Pirsûsê, diyar kir ku ji ber zarokên wê hevalên wê yên li asayîşê ew bi zorê şandine. Naîle Îbrahîm da zanîn ku piştî ew hatiye Pirsûse hevalên wê yên di asayîşê de jiyana xwe ji dest dane û got, "Perwîn, Ferman, Hammûdî, Rejber, Dogan, Cengîz, Seydo...Min hemû hevalên xwe bi carekê ve winda kir. Êşa di dilê min de nayê vegotin. Di rewşeke ku ez ewqasî sûcdar im de gelo dikarim li ser çi biaxivim? Diviyabû min Kobanê neterikandibûya."
'DAIŞ'Ê KÊFXWEŞIYA MIN A LI JIYANÊ KUŞT'
Berfîn Hecî ya 15 salî, ku li gel temenê xwe yê biçûk li wargeha Arîn Mîrxan bi erka berpirsyariyê radibe, diyar kir ku ji ber DAIŞ'ê şîdeta herî dijwar a mêr hatiye serê wê. Berfîn got, "Min zilman herî giran a mêr, bi êrîşên DAIŞ'ê re dît" û bi wesîleya 25'ê Mijdarê ev bang li jinan kir: "Ne girîng e ku em hev du nas dikin yan nas nakin. Li Kobanê berxwedanek heye û ev berxwedan bi pêşengiya jinê tê meşandin. Hemû jinên dixwazin berpirsyariya xwe ya dîrokî bicih bînin, divê bên ser sînor."
Yek ji berpirsyarên temenbiçûk ê wargeha ji konan Mîdya Elî ya 15 salî jî diyar kir ku ew di nava xebatên çandê de cih digire û got, "DAIŞ ne tenê êrîşî mal û bedena me dike, di heman demê de êrîşî çanda me jî dike. Li Kobanê jiyaneke me ya rengîn hebû. Gelekî bi coş bû. DAIŞ'ê tevahiya coş û kêfxweşiya min a jiyanê kuşt."
'LI SÛRIYEYÊ MIROVAHÎ MIR'
Xwendekara mamostetiyê Emîne Mûhammed a 23 salî, ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar ma dibistana xwe di pola çaremîn de biqedîne wiha axivî: "Li Kobanê, ji bo cîranên me yên Ereb zerarê nebînin, em têidkoşiyan. Niha min bihîst ku heman cîranên me, malên me talan dikin. Li Sûriyeyê mirovahî miriye. Ez ji feraseta dewletê bawer nakim. Ji Amerîkayê jî bawer nakim. Çar sal in li Kobanê zilm heye. Amerîka ji bo alîkariyê bide li bendê ma ku her tişt ser û bin bibe, lewma ne ji dil e."
Siltan Memo jî anî ziman ku ji ber êrîşên çeteyan neçar ma hatin Pirsûsê û xwest hemû jin li mafê xwe xwedî derkevin û li dijî êrîşên çeteyan li ser sînor bibin yek.