Ji jina Rûs ji bo azadiya Ocalan 11 hezar îmze

Ji jina Rûs ji bo azadiya Ocalan 11 hezar îmze

Kampanya îmzeya ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin li Federesyona Rûsyayê jî bi eleqeyek mezin tê meşandin. Jina Rûs ya bi navê Galina Fiyoderovna ya li bajarê Tambovê dijî, ji bo azadiya Ocalan 11 hezar îmze kom kir. Fiyoderovna wiha got: “Ocalan mirovekî mîrxas û biaqile. Ew  ji bo gelê xwe têdikoşe. Pêwîste bi gelê xwe re be”

Li Federasyona Rûsyayê bajarê Tambovê jina bieslê xwe Rûse Galîna Fiyoderovna di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan hatiye despêkir bi tena serê xwe 11 hezar îmze kom kir. Jina ku di şirketek taybet de karê muhasebê dike di demê xwe yê vala de ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dike. Fiyoderovna li ser berhevkirina îmzeya dibêje ku wê di çarçoveya kampanya azadiya Ocalan de li gor derfetên xwe îmze berhevkirine. Fiyoderovna li ser berhevkina îmzayan wiha diaxife:

“Ez bi karê civakî re mijul dibim. Ji bo vê yekê ez ji nêz ve pirsgirêka Kurd dişopînin û pêre eleqedar dibim. Li Moskowayê komîteyek ji bo azadiya Ocalan hatiye sazkirin. Li Tambovê jî bi vê pisgirêkê ve girêdayî xebatên ji bo azadiya Ocalan tê meşandin. Ocalan mirovekî mîrxas û biaqile. Ew ji bo gelê xwe têdikoşe. Pêwîste bi gelê xwe re be. Min gelek pirtûkê Ocalan xwendine. Pêwîste mirovekî wisa ne di zindanê de be. Me ji bo azadiya Ocalan ji 11 hezar zêdetir îmze kom kiriye. Di xebatê berhevkirina îmzeyan de ne tenê Kurdên Tambovê her wiha li nav gelê Rûs de û yên din ku li Tambovê jiyan dikin îmzeyê me kom kir. Kesên ku em çûn cem wan jî bi baldariyek mezin nêzî meselê bûn û îmzeyê xwe bi kar anîn. Bi taybet li dibistan û zaningehan kesên ku bi pirsgirêka gelê Kurd re eleqedar dibin ji vê yekê re bêhest neman. Karê me dê ji bo berhevkirina îmzeya berdewam bike. Ji ber ku ev karekî binirxe.”