Ji Îsraîlê bo Rûsyayê gefa ‘S-300’
Ji Îsraîlê bo Rûsyayê gefa ‘S-300’
Ji Îsraîlê bo Rûsyayê gefa ‘S-300’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Moşe Yaalon gef kirin ku, ger Rûsya sîstema parastinê S-300 bişîne Sûriyeyê dê êrîş bikin.
Di civîna Komisyona Têkiliyên Derve û Parastinê ya Parlementoya Îsarîlê de Wezîrê Parastinê Moşe Yaalon daxuyanî da û got; “Teslîma çênebûye û hêvî dikin çênabe” Wezîr diyarkir ku ger sîstema S-300 bigehe Sûriyeyê gefa “Em dizanin em dê çibikin.”
Li gorî radyoya leşkerî ya Îsraîlê, Yaalon di vê daxuyaniya xwe de îma kiriye ku dibe Îsraîl êrîşên hewayî pêkbîne. Di serê meha Gulanê de balefirên şer yên Îsraîlê li nêzî bajarê Şamê xistibû. Di vê êrîşê de li gorî rayedarên Îsraîlê, veguhestina leşkerî ya ji bo Hizbûlaha Lubnanê hatibû hedef girtin.
Wezîrê Parastinê di daxuyaniya xwe ya di serdana baregeha Pasîf ya Parastinê ku li navend Ramleyê ye got, îstema S-300 ji bo îsrîalî “gefeke” û destnîşan kir ku, hêjan veguhestina vê sîstemê nehatiye kirin. Wezîrê Îsraîlê li vir jî gotina xwe ya eger sîstem bigehe Sûriyeyê “Em dizanin em dê çibikin” dubare kir.
Yaalon da zanîn ku, ew li bendê nînin Sûriye li hemberî Îsraîlê çekên kîmyewî bikar bîne, Îsraîl di vê mijarê de çavan ditirsîne.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov da zanîn ku, sîstema S-300 qasî Patriotên Amerîkayê bibandorin û dê bikarin Sûriyeyê li hember êrîşên hewayî biparêze. Rûsyayê rakirina ambargoya li ser komên çekdar jî ya YE’yê jî rexnekir û ragihand ku, ew dê zirarê bide civîna Cenewre 2 ya dê di meha Hezîranê de pêk bê.
Ger Rûsyayê sîstema parastina hewayê li Sûriyeyê bicih kir, dê mûdaxeleyek leşkerî û qedexeya firînê zehmet bibe. NATO’yê jî beriya demekê patriot sîstema parastinê li Tirkiyeyê bicih kiribû. Di heman demê de ev dê êrîşên hewayî yê Îsraîlê jî tengav bike.