Ji însiyatîfa Gel a Mêrdînê bo meşa Bagokê banga tevlibûnê
Ji însiyatîfa Gel a Mêrdînê bo meşa Bagokê banga tevlibûnê
Ji însiyatîfa Gel a Mêrdînê bo meşa Bagokê banga tevlibûnê
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê ji bo çalakiya nobetê ya konan û meşa Bagokê ya di 1’ê hezîranê de dê bi armanca ji çêkirina qerekolan û bendavan re bêjin êdî bes e ya bi pêşengiya jinan pêk tê bang kir.
Însitiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 1’ê Hezîranê di heman demê de salvegera hamleya dîrokî ya 2004’an a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Ev hamleya dîrokî bi pêşeniya Adilan, Nudyan, Viyan û sedan şehîdî destpê kiriye. 1’ê hezîranê ku tê wateya ji nûve vejînê, tê wateya tasfiyekirina tasfiyetiyê, roja têkbirina hevkarên sûcên qirêje.
1’ê hezîranê ku tê wateya vejîna nû, çavkaniya xwe ji têkoşîna bi sedan şehîdan digire.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Çawa ku di 1988’an de bi pêşengiya heval Delîl û Ayten, çawa ku di 1999’an de bi pêşengiya Bahoz û Felat li çiyayê bi fedayîtî têkoşîn hat dayîn û gihiştin şehadetê, em jî bi vî ruhê divê di hamleya 1’ê hezîranê de peywira xwe ya berxwedanê bînin cih.
di berdewamiyê de hate diyar kirin ku Rêberê Gelê kurd di 21’ê Adarê de pêvajoyek nû da dest pêkirin û got: “Ji bo înşakiria Pêvajoyeke Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk, divê em bi serhildanan xwe rêxistin b ikin û xwedî li ax û dîroka xwe derkevin. Bi vî awayî emê bigihin serkeftinê.”
Însiyatîfê ji bo meşa Bagokê bang kir û got: “Roja 1’ê hezîranê bi pêşengiya jinan meşa Bagokê ya ku bi armanca ji çêkirina qerekol û bendavan re bêjin bes, dê destpê bike. Em hemû gelê Botanê vexwendiyê meşê dikin.”