Ji Îngilîstanê bo Sûriyeyê hişyariya ‘çekên kîmyewî’

Ji Îngilîstanê bo Sûriyeyê hişyariya ‘çekên kîmyewî’

Her ku diçe hişyariyên li hemberî rejima Beşar Esay yên bikaranîna çekên kîmyewî zêde dibin. Îro jî Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Wiliam Hague di vî milî de hişyariyek kir û diyarkir ku, wana tucarî li dijî Sûriyeyê mudaxeleyekî leşkerî piştdest nekirine.

William Hague di dema foruma ewlekariya herêmî yali Manamayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Em li hemberî bikaranîn stokên çekên kîmyewî û biyolojîk yên ku rejim bikar bîne pir bi fikarin.”

Hague di derbarê “senaryoyên metirs” ku çekên kîmyewî ji aliyê rejima Beşar El Esad ve bên bikaranîn yan jî bikevin destê hinek koman de hişyarî kir û destnîşan kir ku, ger rejim serî li çekên kîmyewî û biyolojîk bide, ew dê “bilezgîn planan çêbikin.”

Hague di derbarê van planên behs kirin agahî neda û li ser pirsa ger mudaxeleyekî leşkerî çêbibe dê welatê we tevlî bibe yan nabe jî got, ew ji tu hilbijarkan narevin, lê niha ew piştgiriyê didin “pêvajoyekî aştiyane.”