Ji Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Kobaniyan banga alîkariyê

Ji Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Kobaniyan banga alîkariyê

Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa penaberên Kobanê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê yên bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên penaber bûne, dijwar dibe.

Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo Kobanê kampanya alîkariya mezin daye destpêkirin, destnîşan kir ku ji ber demsala zivistanê, welatiyên ku li konbajarên navçeya Riha Pirsûsê de dimînin, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû tên.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku ji destpêka êrîşan, wan hemû derfetên xwe ji bo welatiyên Kobanê bikar anîne û wiha dewam kir: “Di nava mehekê de, saziya me Heyva Sor a Kurdistanê karîbû, xwarinên amade, kon û gelek pêdiviyên jiyanê bigihîne penaberên li Pirsûs û welatiyên sivîl yên li Kobanê.”

Rêveberiyê da zanîn ku di rewşa heyî de pêwîstiyeke zêde ya penaberên Kobanê bi kon û sobeyan heye û ev bang kir: “Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên di bin konanan de dijîn, ji ber şert û mercên zivistanê rastî gelek zehmetiyan tên. Bi taybet ji ber hewayê sar jin, zarok, pîr û kal hewcedarî alîkariyê ne. Di rewşa heyî de herî zêde pêwîstiya penaberên Kobanê bi çadir û sobeyan heye.”

Rêveberiya Hevya Sor a Kurdistanê di serî de bang karsazên Kurd yên li Ewropayê û li her kesî kir û destekê bidin kampanya alîkariya lezgîn ya ji bo penaberên Kobanê û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:“Li hemberî  vê rewşa kambax, pêwîste her karsaz û kesên xwedî derfet da ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û bi taybet jî, divê her karsazekî Kurd bi têgeha ‘Ez ê ji bo 10 malbatan pêdiviyên çadir û sobe bicih bînim’ destê alîkariyê dirêjî biryarên xwe yên muhtac bikin.”